NY’yê êrişa li dijî ekîba JIN TV’yê belge kir

Komîteya Lêpirsîna Navneteweyî ya Serbixwe ya Sûriyeyê ya Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe ya salane de êrişa bi balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker a li dijî ekîba Jin TV’yê belge kir..

Di rapora komîteyê de gelek sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Sûriyeyê hatine belgekirin.

Di êrişa di 23’yê Tebaxa 2023’yan de xebatkarên Jin TV’yê Necmedîn Sînan şehîd bûbû û nûçegihana kanalê Delîla Egîd bi giranî birîndar bûbû.

Piştî êrişê UNESCO’yê êriş şermezar kir û xwest sûcdar werin darizandin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) di rapora xwe de diyar kir êrişên balafirên bêmirov li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîn jî têne belgekirin.

Her wiha bi bîr xist ku di 23’yê Tebaxê de rojnamevanek dema ji amadekirina raporekê vedigeriya, li ser rêya di navbera Qamişlo û Amûdê de bi balafirên bêmirov ên dewleta Tirk hate bombebarankirin.

Di encamê de rojnamevan bi giranî birîndar bû û karmendekî li gel wê jiyana xwe ji dest da.

Back to top button