Rewşa ewlehiyê ya li Haîtiyê

Li Haîtiyê rewşa awarte didome û hîna girtiyên li girtigehan reviyayî nehatine girtin.
Çeteyên li welêt alozî derxistin gef li Serokwezîr Ariel Henry xwarin.
Ariel Henry îstîfa xwe pêşkeş kir û ji hêla rêxistina Kombûna Karayîpê hat qebûlkirin.
Welatiyan ji ber xeteriya ewlehiyê gelek zor û zehmetiyên jiyanî re rûbirû dimînin.

Rewşa ewlehiyê ya Haîtî piştî reva girtiyan û gefên çeteyan xeteriyê xwe didomîne.

Tundiya li paytext Porto-Prince di dawiya hefteyê de derket asta herî jor.

Çeteyên bi çekên giran êrîşî qesra Serokomariyê kirin û bi molotofan beşeke Wezareta Karên Hundir şewitandin.

Berê hemû sefer hatin betalkirin ji ber ku êrîş li balafirgeha navneteweyî hat kirin.

Ji ber vê sedemê serokwezîr Ariel Henry nekarî ji gera xwe ya derve vegere.

Her çend hefteya borî hewl da ku ji Amerîkayê bifire Haîtîyê, lê nikarîbû biçe, Komara Domînîkî ya cîran jî destûr neda ku ew bikeve welêt.

Serokwezîrê Haîtî Ariel Henry îstîfa kir

Henry ku li Porto Rîkoyê asê maye, êdî nikare bikeve welatê ku li ser kaxezê hikum dike.

Her wiha serok dewletên 25 welatan ku endamên Kombûna Karayîpê ne, paytexta Jamaîka Kingstonê li hev civiyan.

Mijara sereke çareseriya kriza ewlehiyê ya li Haîtî bû.

Serok Dewletê Guyanayê Îrfan Alî derbarê rewşa Haîtî de axivî.

Îrfan Alî anî ziman ku Serokwezîr Ariel Henry îsftîfa xwe pêşkêş kir û ew jî îstîfaya wî qebul kirin.

Serkêşê çeteyan Jimmy Cherizier ku rê li bi hezaran girtiyan vekir ji girtîgehan birevin.

Rewşa awarte didome

Jimmy Cherizier di 6’ê Adarê de li ser Serokwezîr Henry wiha gotibû:

“Heger Serokwezîr Henry îstîfa bike, dê Haîtî ji bo herkesî yan bibe bihûşt yan jî dojeh.”

Çeteyên çekdar ku daxwaza îstîfaya Henry kiribûn 2 û 3’yê Adarê li 2 girtîgehan êrîş pêk anîn.

Di encama êrîşê de nêzî 4 hezar girtî ji girtîgehan reviya bûn, 12 jî miribûn.

Piştî vê bûyerê hikumet ji bo girtiyên reviyayî bên girtin rewşa awarte îlan kir.

Gelek welatan xebatkarên xwe ji Haîtiyê vekişand

Li aliyê din hêzên Amerîkî ji bo derxistina hemû karmendên balyozxaneya li Porto-Prince operasyonek lidarxist.

Demeke kin piştî vê yekê Yekîtiya Ewropayê hemû dîplomatên xwe ji Haîtîyê vekişand.

Welat ji erdheja mezin a sala 2010’an vir ve bi krîza mirovahî ya herî xirab re rû bi rû ye.

Karesata mirovî

Dema ku rojavayî ji welatê xwe derdikevin, bi mîlyonan Haitî xwedî lukseke wisa nînin.

Pevçûn çiqasî gur bibin jî cîhê xilasbûnê nemaye.

Rewşa Nexweşxaneya Zanîngeha Dewletê ya Haitiyan ya li navenda paytextê xerab e.

Amerîka karmendên balyozxaneyê ji Haîtî derxist

Back to top button