Efrîn..çeteyan li gundê Basûtê gelek sivîl revand

Çeteyên dewleta TIrk a dagirker li Efrîna dagirkirî gelek sivîlên din revandin.

Rêxistina Mafên mirovan a Efrînê ragihand ku çeteyan jina bi navê Hêlan Betal Xidir a 28 salî û Emîne Mistefa Qasim a 60 salî tevî gelek kesên din ji gundê Basûtê revandin.

Duh jî, çeteyan bi bombeyeke ku ji dûr ve tê teqandin, malek li gundê Basûta yê Efrînê kir armanc.

Di encama vê teqînê de, jina bi navê Heyfa Şerîf (21) û Newzat Ekrem Tobal (45) hatin kuştin.

Li navenda Efrînê di encama teqîna erebeyekê de 3 çete birîndarbûn

Li aliyek din, navenda belgekirina binpêkirin a li bakurê Sûriye ragihand ku li navenda Efrînê, erebeyeke çeteyan bi mayînekê teqiya.

Hate diyar kirin di enacama Teqînê de 3 çete birîndar bûn.

Back to top button