Meclisa Jinan a PYD li Qamişlo komxebatek li dar xist

Li bajarê Qamişlo, Meclisa Jinan a PYD’ê ji bo xurtkirina rola jinan di warê siyasî de, komxebatek lidarxist.

Meclisa Jinan a PYD’ê îro li bajarê Qamişlo Komxebatek bi amadebûna jinên ji partiyên siyasî, Mala Êzidiyan û Kongreya Star yên herêma Cizîrê, li hola civînan pêk anî.

Mijarên komxebatê ji aliyê endama Meclisa Jinan a PYD`ê Sema Bekdaş û hevseroka Desteya Darayî ya Herêma Cizîrê Welîda Hesen ve hatin pêşkêşkirin.

Kesên axivîn diyar kirin ku xala yekemîn ewe jinên ku cihê xwe di nava partiyên siyasî de digirin, bên aktîfkirin.

Her weha pêşxistina jinan di milê siyasî de û nîqaşkirina li ser zagonên navneteweyî ku jinan di pêşerojê de biparêze.

“Divê armanca me guhertina zagonan be”

Hat destnîşan kirin ku heger rola jinan di warê aborî û siyasî de bi pêş bikeve ewê pêşketinê di warê civakî de jî biafirîne.

Di hema demê de heger jin xwe bigihînin cihê biryarê di saziyan de, wê bikare zagonên siyasî jî biguherîne.

Ji bo vê wek jin divê yek ji armancên me guhertina zagonên derbarê jin û zarokan de be.

Piştre nîqaş li ser têgîna aktîfkirina jinan di warê siyasî de hat kirin.

Di nîqaşan de hat diyar kirin ku divê kêmasiyên heyî di pêşerojê de li cem jinên siyasetmedar bên derbaskirin.

Piştî nîqaşan; sînevîzyonek li ser danezana mafên mirovan a navneteweyî hat pêşkêşkirin û şîrovekirin.

Dawiyê gelek pêşniyar ji bo çalak-kirina jinên siyasetmedar hatin kirin.

Back to top button