Di encama binavbûna keştiya koçberan de herî kêm 41 kes mirin

Rêxistinên koçber û penaberan yên NY ragihand ku di encama binavbûna keştiya koçberan ya li Derya Spî de herî kêm 41 kes mirine.

Beşa Rêxistina Koçberan ya Navnetewî ya NY a Îtalya û Komseriya Bilind ya Penaberan a NY têkildarî mijarê daxuyaniyeke hevpar ya nivîskî weşandin.

Rêxistinan diyarkirin ku li peravên Porte Empedocle ya dikeve başûrê Îtalya qezaya botên koçber di nav de bûn pêk hatiye.

Di bûyera ku 20’ê Sîbatê rûdayî de, herî kêm 41 kes mirine.

Her wiha li gorî şahidekî bûyerê 77 kes jî hatin xelaskirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ji despêka salê ve hete niha 160 koçber di deryayê de mirine.

Her wiha ji 01’ê Çile heta 21’ê Sibatê jî zêdeyî 3 hezar û 800 koçber derbasî Îtalya bûne.

Ji van tenê 2 hezar û 257 kes di ser Lîbya re gihiştine welat.

Back to top button