Di êrişa li Amûdê zarokek şehîd û 3 jî birîndar bûn

Piştî têkçûna êrişa DAIŞ’ê ya li Hesekê dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdekiriye. Balaafireke bi çek a bê mirov ya dewleta Tirk li Amûdê erebeyeke sivîlan bombebaran kir. Di encamê de zarokek şehîd bû, 3 jî birîndar bûn. Dewleta Tirk û çeteyên wê gundên Minbicê, Zirgan, Bab, Şehbayê jî topbaran kirin. Di encama topbarana li ser gundên Minbicê de jî 2 jin birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, rojane êrişî herêmê dikin.

Bi taybetî piştî têkçûna çeteyên DAIŞ’ê li Hesekê, dagirkeran êrişên xwe zêde kirine. Rojane herêm bi çekên giran tên bombebarankirin.

Îro ber bi êvarê balafireke bi çek ya bê mirov li gundê Buheyra yê Amûdê êrişî erebeyekê kir.

Di encama êrişê de zarokê bi navê Mihemed Elî Kelah yê 11 salî şehîd bû 3 kes jî birîndar bûn.

Navên kesên birîndar jî wiha ne:

Mahir İsa Kelah 13 salî
Omer Xanim 40 salî
Elaa Cedu 25 salî
Kesên birîndar li naxweşxaneya Gl a Li Amûdê têne dermankirin

Di encama topbarana li ser gundên Minbicê du jin birîndar bûn

Êrişên dagirkeran yên li ser herêmên din jî berdewam kirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê di satên nîvro de gundên Seyade û Ereb Hesen yê li bakurê rojavayê Minbicê dan ber topan.

Di encama toparanê de jina bi navê Xedîce Elo a 23 salî û Rîham El-Hisên a 18 salî birîndar bûn û gelek zererên madî gihiştin mal û milkên welatiyan.

Dagirkeran gundên Bab El-Ferec û Til Ziyab ên navçeya Zirganê topbarankir

Li navçeya Zirganê jî ku bi awayekî rojane tê bobebarankirin careke din dagirkeran baregeha li gundê Bab El-Ferec yê dagirkirî û gundê Til Ziyab ku şênî lê dimînin bi giranî bombebaran kirin.

Dagirkeran gundên Rojhilatê Babê bombebaran kir

Her wiha artêşa Tirk û çeteyên wê yên ku li baregeha Şêx Nasir a li Babê bi cih bûne, gundên Qirt Wêran, Kawiklî û El-Boxaz topbaran kir.

Hate diyarkirin 14 top li her sê gundan ketin.

Dagirkeran gundên Şehbayê û bendava wê topbaran kir

Dagirkeran gundên Semûqa, Cebel Nayif û bendava Şehbayê jî toparan kir.

Heta zanîn ku derdroa 10 obîs li deverên navborî ketine.

 

Back to top button