Amerîka karmendên balyozxaneyê ji Haîtî derxist

Artêşa Amerîkayê komek xebatkarên balyozxaneya Amerîkayê ya li Haîtîyê bi rêya hewayî derxistin.

Leşkerên Amerîkî jî ewlekarî li balyozxaneyê hatin spartin piştî ku çeteyên bi çekên giran hewl dan ku herêma ku avahiyên siyasî li paytext Porta-Prîns tê de bûn bi dest bixin.

Hat diyarkirin ku di operasyona ku roja Yekşemê ji aliyê leşkerên Amerîkayê ve hat lidarxistin de hemû personelên zêde yên ku li sefaretxaneyê dixebitin bi rêya hewayî ji welêt hatin derxistin.

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê jî ragihand ku balyozê wê ji welatê xwe derketiye û tevlî nûnerên din ên Yekîtiya Ewropayê bûye.

Serokwezîrê Haîtî Arîel Henrî ku dema serhildanê dest pê kir li derveyî welat bû, li Porto Rîko dimîne.

Êvara Înê, çeteyan li Champ de (Mars çamp de mars) ku avahiyên hikûmetê û nûnertiyên dîplomatîk ên li Port-au-Prince lê ne, li hev civiyan.

Hat diyarkirin ku çeteyan avahiya Wezareta Karên Hundir şewitandin.

Back to top button