“Pereyê Iraqê yê hatî dizîn li Tirkiyê ye”

Tirkiye di her warî de bûye navenda dizî û talaniyê.
Serokê Desteya Destpakî ya Iraqê diyarkir di nav salên borî de bi hezaran giliyên taybet yên derbarê gendeliyê de gihiştine wan û got:
Piştî sala 2003’yan pereyek zêde yê li Iraqê hatî dizin, li Tirkiyê ye.”

Rejîma AKP’ê Tirkiye veguherandiye navenda dizî û talaniyê.

Ev yek ne tenê ji bo Kurd û Kurdistanê, lê ji bo welatên xwe yên cîran jî heman e.

Serokê Desteya Destpakî ya Iraqê Heyder Henun derbarê kesên ji ber gendeliyê reviyane dervey Iraqê û vegerandina pereyê hatî dizîn daxuyaniyek da.

Heyder Henun anî ziman di nav salên borî de bi hezaran giliyên taybet ên ser gendeliyê gihiştine wan û got;

“Di sala 2023’yan de 18 tometbarên reviyabûn dervey Iraqê hatine vegerandin.

Niha jî ji bo vegerandina 15 kesan hewldan tên kirin.

Li gelek welatan tometbar hene û xebatên ji bo vegerandina wan dewam dikin.”

Li Iraq a ji ber aloziya siyasî û aborî dinale, rewşa rêvebirinê jî zehmet kiriye.

Hikumeta serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî beriya niha jî biryardariya hikumeta xwe ya derbarê têkoşîna li dijî gendelan de anî bû ziman.

Her wiha Sûdanî pereyê Iraqê yê hatî diznîn jî beşek vegerandibû û li pêşberî çapemeniyê peyama hikumeta xwe ya li ser mijarê zelal kiribû.

Piştî sala 2003’yan pereyek zêde yê li Iraqê hatî dizîn li Tirkiyê bû.

Serokê Desteya Destpakî ya Iraqê bang li her welatiyek Iraqê kir, li kuderê bin derbarê tometbaran de, agahiyan bidin wan.

Back to top button