Desteya Rêveber a Şengalê bi boneya 8’emîn salvegera avakirina Meclisa Xweser a Şengalê daxuyaniyek da û bang li NY kir ku xweseriya Şengalê nas bike.
Desteya Rêveber a Şengalê îro di 8. salvegera avakirina Meclisa Xweser a Şengalê de, bi amadebûna nûnerên hemû sazî û rêxistinên Rêveberiya Xweser daxuyaniyeke da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew ê dest ji têkoşîna xwe ya ji bo Şengala xweser û azad bernedin.
Desteyê ji bo naskirina rêveberiya xweser jî di serî de bang Neteweyên Yekbûyî (NY) û tevahiya saziyên parastina mafê mirovan kir ku xweseriya Şengalê nas bikin.
Desteya Rêveber a Xweseriya Şengalê ji bo diyalog û çareserkirina hemû pirsgirêkan jî got ew amadene û wiha dewam kir:
“Ji bo em xweseriya Şengalê bidin qebûlkirin, lazime di serî de gelê me û tevahiya dostên civaka me di nava xebatan de bin..”