Tirkiyê DAIŞ’iyan ji deriyekî dadgehê digire, ji deriyê din berdide

Piştî ku serçeteyê DAIŞ’ê El Bexdadî di herêma di bin kontrola Tirkiye de hate girtin hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ’ê ji nû ve ket rojevê.
Dewleta Tirk ji bo van tewanbariyan li ser xwe rake, her roj îdîa dike ku hin xizmên El Baxdadî û çeteyên nû yên DAIŞ’ê girtine.
Lê gelo ew çeteyên tên girtin li kur in, çawa hatin dadgehkirin, çi ceza li wan hat birîn?
Li gorî daneyên fermî yên dewleta Tirk jî eşkere dibe ku ev çeteyên ku dewleta Tirk qaşo girtine, ji deriyekî dadgehê dikevin hundir, ji deriyê din serbest tên berdan.

DAIŞ SALA 2014 BI PIŞTGIRIYA TIRKIYÊ LI ROJHILATA NAVÎN BELAV BÛ

DAIŞ, li ser rûye cîhanê yek ji rêxistina herî xeter e ku ji 2000’î şunde derket holê û ji 2014’an pêve li Rojhilata Navîn belav bû.

Gelek welatan li ser bingehê berjewendiyên aborî an îdeolojî, dest bi têkilî û piştgiriya wê kirin.

Serêkêşê van welatan jî weke gelek caran bi belgeyan derketiye holê Tirkiyê ye.

Bi dehan caran dîmenên leşkerên Tirk û DAÎŞ’iyên bi hev re ku gelekî germ nêzî hev dibin derketin.

MCGURK: TIRKIYÊ DERIYÊ XWE JI ÇETEYAN RE NEGIRT

Nûnerê berê yê Emerîka di Koalîsyona navdewletî de Brett McGurk jî diyar kir ku 40 hezar DAIŞ’î ji sînorên Tirkiye derbas bûne, lê dema wan ji Tirkiyê xwestiye ku sînorê xwe ji çeteyan bigire, ev qebûl nekirine û gotine em nagirin.

EL-BEXDADÎ Û BERDEVKÊ DAIŞ’Ê LI CIHÊN DI BIN DAGIRKERIYA TIRKIYÊ DE HATIN KUŞTIN

27’ê Cotmehê serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir El-Bexdadî bi operasyoneke hevpar a QSD’ê û Emerîkayê li gundê Barîşa yê Idlib hat kuştin.

Di heman rojê de berdevkê DAIŞ’ê û cîgirê Bexdadî Ebû Hesen El-Muhacir jî li Cerablûsê hat kuştin.

Lê Tirkiyê ji bo dagirkerî û êrîşên xwe li ser bakur û rojhilatê Sûrî rewa nîşan bide, ji roja destpêkirina êrîşên 9’ê Cotmehê ve nûçeyên girtina çeteyên DAIŞ’ê derbas dike.

Tirkiye bûyê hêlîna çeteyên DAIŞ’ê.

Çeteyên ku qaşo girtin e ji deriyê pêş yê dadgehê derbas dikin û ji deriyê paş berdidin.

Ev têkîlî ewqas eşkere ye ku heta danêyên fermî yên dewleta Tirk jî nikarin vê rastiyê veşirin.

Li gorî daneyên wezareta edaleta Tirkiyê hêjmara çeteyên hatine girtin weha ye:

HEVKARIYA DEWLETA TIRK Û DAIŞ’Ê
DANÊYÊN FERMÎ JÎ HEVKARIYA TIRKIYE-DAIŞ’Ê EŞKERE DIKIN

Di sala 2015’an de hêjmara çeteyên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine binçavkirin 2850 in.

Lê belê ji van ji bilî 41 kesan derhaqê ti kesî de lêpirsîn nehatiye meşandin.

2016; 4 hezar û 605 kes bi gumana DAÎŞ’î ne hatine binçavkirin, ji van 513 kes hatine girtin û tenê derheqê 7 kesan de ceza hatiye birîn.

2017; 2 hezar 300 DAÎŞ’î hatine binçavkirin. Ji van qaşo 470 hatine girtin, lê belê tenê navê 28 kesan derbas dibe.

Di 2018’an de zextên navnetewî hişt ku Tirkiyê vê hêjmarê zêde bike û îdîa kir ku 3 hezar û 15 DAÎŞ’î hatine binçavkirin û ji van 161 hatine girtin.

Di sala 2019’an de jî, ji bo rewakirina dagirkeriya xwe li ser bakur û rojhilatê Sûrî, ev hejmar weke 4 hezar û 517 çeteyî nîşan da.

Tirkiyê îdîa dike ku di nava 10 mehên dawî de wê 13 hezar û 696 çete binçav kiriye.

Bi vê yekê, Tirkiyê ji sala 2015’an heta 2019’an 26 hezar û 466 DAIŞ’î binçavkiriye.

Lê li gorî daneyên fermî ji vê hêjmarê 21 hezar 949 DAÎŞ’î serbest hatine berdan.

Li gorî belgeyên îstîxbarî yên Nordîc Monîtor, ji 1’ê Çileya 2014’an heta 30’yê Tîrmeha 2016’an çeteyên hatine girtin gelek ji wan ji aliyê dadgehên AKP ve nehatine qeydkirin û serbest hatine berdan.

Li gorî belgeyên vê malperê, tenê navê ji sedî 37 DAIŞ’yên girtî hatine qeydkirin.

Ev çete him di êrîşa li ser Efrînê û him jî di êrîşa niha ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî de hatine bikaranîn.

Leave a Reply

Back to top button