Berxwedana Gel û Şervanên QSD’ê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ket roja xwe ya 32’emîn.
Şervanên QSD’ê di çarçorveya parastina mafê rewa de bersiva êrîşên dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê didin.
QSD’ê ragihand ku di encama 24 saetên dawiyê de zêdetirî 13 çete û leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin û 19 jî birîndar bûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî encama şerê 24 saetên dawî ya êrîşên dagirkeriya dewleta tirk eşkere kir.
Li gorî daxuyaniyê;
Li Êniya Til Temirê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran û balafirên bê mirov êrîşên xwe yên li ser heremê dewam dikin.
Li Êniya Zirganê, artêşa dagirker û çeteyên wê bi tang û çekên xwe yên giran êriş birin ser gundê Til Mihemedê.
Şervanên QSD’ê di çarçoveya parastina rewa de bersiv dan van êrîşan.
Li Êniya Eyn Îsayê jî di navbera şervanên QSD û çeteyên dewleta Tirk de şerekî giran qewimî.
Şervanên QSD’ê li gundên Xirbet Faris, Şergirakê, Zenûba, Mesûdiyê, Dibis, Xirbet Kerem, Qiz Elî, Kefîfa û Webdê yên girêdayî Eyn Îsayê bersîv dan êrîşan.
Di encamê de şervanên QSD’ê êrîşa li ser gelek gundan şikandin û li nêzî rêya M4 ya navdewletî 2 wesaîtên leşkerî, wesaîtek bi çeka doçka barkirî û tangek hatin teqandin.
Di heman demê de li dijî tangekê êrîş pêk hat, rextek û 3 çek jî hatin desteserkirin.
Bi giştî di encama êriş û bersivdayîna şervanên QSD’ê de, 13 çete û leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin, 19 jî birîndar bûn.
QSD’ê diyar kir ku di berxwedana li dijî van êrîşan de 12 şervanên QSD’ê şehîd bûn, 7 şervanên QSD’ê jî brîndar bûne.