Şêniyên Babê li dijî ferzkirina pereyên Tirkî çalakiyek li dar xistin

Di demeke ku li herêmên hikumeta Şamê ev rûdidin, li herêmên ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirkirin jî polîtîkayek hîn metirsîdar tê rêvebirin.

Dewleta tirk ku li herêmên dagirkirine lîreyê Tirkî ferd dike. Li dijî vê yekê, şêniyên Babê daketin qadan û ev yek şermezar kirin.

Dewleta Tirk li herêmên Sûriyê yên ku dagir kirine bikaranîna lîreyên Tirkiyê ferz kiriye.

Dewleta tirk hem bi vê yekê xwest nirxê lîreyê xwe bihêz bike û hem jî plana guhertina demografiya herêmê xist meryetê.

Bi taybet piştî nirxê lîreyê Sûrî li pêşberî dolarê Amarîkî ket, dewleta tirk ev yek hîn zêde tirk xist meryetê.

Dewleta tirk li herêmên Idlib, Bab, Efrîn, Ezaz, Cerablûs, Serê Kanî û Girê Spî hêdî hêdî lîreyê Tirkî xistiye bazarê.

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl di bernameya Bûyer a televsiona me de jî teqezî li ser vê yekê kiribû.

Li gorî çavkaniyên ji bajarê Babê yê dagirkirî, ger yek bixwaze nan bikire, ew neçar e bi lîreya Tirkiyê bikire û lîreya Sûriyê nayê qebûlkirin.

Şêniyên bajarokê Bezaa yê Babê jî li hember buhabûna nirxê nan û firotina wê bi lîreya Tirkiyê çalakiyek li dar xist.

Back to top button