Serkêşê serhildana duyemîn li dijî hikûmeta Şamê

Parêzgeha Suweydayê serkêşa serhildana 2’emîn a çûna El-Esed û hilweşandina hikûmetê dike. Tevî zextên hêzên ewlehiyê yên ji aliyê hikumeta Şamê ve, xwepêşandan bi israr dewam dikin.

Îro bi dehan ji şêniyên Suweydayê di kolan û qadên bajêr re geriyan û durişmeyên hikûmet li Suweydayê hilweşî gotin.

Ji ber hebûna El Esed li ser desthilatê rewşa Sûriyê bi giştî û bi taybet rewşa aborî her ku diçe kembaxtir dibe.

Welatiyên Sûrî jî dibin qurbaniya siyasetên derve yên li dijî El-Esed.

El-Esed jî tenê di rewşa temaşevaniyê de maye û krîza aborî ya heyî wek koployekê li dijî gelê Sûriyê bi nav dike.

Lê belê ev gotinên xapînok ên hikûmeta Şamê êdî heta nikarin alîgirên hikûmetê bi xwe bidin bawerkirin.

Li vê dawiyê ji ber bênirxbûna lîreya Sûrî beramberî pereyên dîtir û bi taybet dolar, welatiyên Sûrî di rewşeke jiyanî tengav re derbas dibin.

Ji ber ku hikûmet sedemkar e, serhildaneke din li dijî wê li dar e.

Li parêzgeha Suweydayê 7’ê Hezîranê yekem xwepêşandan ji ber tengavbûna rewşa jiyanî ya şêniyan li dijî hikûmetê li dar ket.

Bi durişmeya “Li Suweydayê hikûmet ket” û tevî zora hêzên ewlehiyên dewam in

Ev 5 rojin bê navber xwepêşandanên hilweşandina hikûmeta Şamê û çûna El-Esed tên lidarxistin.

Îro careke din bi dehan ji şêniyên bajarê Suweydayê xwepêşandanek li dar xist.

Şêniyên bajarê Suweydayê di kolan û qadên bajêr geriyan û dirûşmeyên li Suweydayê Hikûmet Ket gotin û şêniyan daxwaza berdana girtiyan jî kirin.

Xwepêşanderan bang li parêzgehên dîtir jî kirin ku li dijî hikûmetê xwepêşandanan lidar bixin.

Hewldanên valaderxistina xwepêşandanan û rêbazên çewsandinê

Ji ber ku xwepêşandêr di heman demê de alîgirin, hêzên hikûmetê li dijî wan tundiyê bi kar nayînin.

Da ku hikûmet xwepêşandanên li dijî wê vala derxe, 10 hezîranê xwendekar û karmend neçarî meşeke alîgirtiyê kirin.

Rast e ku hêzên ewlehiyê xwepêşandanan naçewsînin, lê belê piştî her xwepêşandanekê hewl didin ku kesên tevlî bûne, yel bi yek bigirin.

Hewildana herî sereke jî hikumet dixwaze bi rêya şêx û rûspiyên Durzî xwepêşandana biçewsînin.

Çavkaniya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku xwepêşandan tevî hewldanên hikûmetê jî rannawestin û dê bi şêweyekî mezintir dewam bikin.

 

Back to top button