Amedekariyên ji bo hindarkirina nefta Başûrê Kurdistanê wê dawiya vê mehê temam bibe

Cîgirê Wezîrê Neftê yê Iraqê ragihand ku xebatên ji bo amedekirina boriyên neftê yên navbera başûrê Kurdistanê û Tirkiyê wê dawiya vê mehê amede bin.
Li gorî vê yekê hat ragihandin rojane 350 hezar bermîl petrol wê bi rêya bendera Ceyhanê bê firotin.

25’ê Adara sala 2023’an de Dadgeha Navneteweyî biriyar da bû ku nefta ji başûrê Kurdistnê derbasî Tirkiyê dibê bê rawestandin.

Piştî biryarê jî firtotina nefta xam ya başûrê Kurdistnê ku rojane nêzî 450 hezar bermîl ji bo Tirkiyeyê diçû, hat sekinandin.

Îro Cîgirê Wezîrê Neftê yê Iraqê Basim Mihemed Xizeyr, ragihand ku wê boriyên neftê navbera başûrê Kurdistanê û Tirkiyê wê dawiya vê mehê amede bibin.

“350 hezar bermîl petrol ji Başûrê Kurdistanê wê derbasî cîhanê bibe”

Basim Mihemed diyarkir ku karên tamîrkirina boriyên neftê yên bendera Ceyhanê ên di navbera başûr û Tirkiyê temam bûnê û di demek nêz de wê petrol derbasî Tirkiyê bibe.

Basim destnîşankir ku rojane 350 hezar bermîl petrol bi rêya bendera Ceyhanê re derbasî Tirkiyê û cîhanê bê kirin .

Her wiha Basim da zanîn ku Bexda daxwazek herêmê nepejrand ya ku hikûmeta Federal ji bo her bermîlekê 6 dolar dixwazê bide kompanyaya Rosneft a Rûsyayê.

Back to top button