Rûniştina 26’emîn a Doza Kobanê li Enqereyê hate lidarxistin

Îro li Girtîgeha Sîncanê yê Enqereyê rûniştina 26. a Doza Kobanê ku 108 siyasetmedar tên darizandin, hate lidarxistin.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel di rûniştinê de bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got:
“Erdogan jî di nav de her kes rola Ocalan dizane.”
Hevserokê Giştî yê HDP Mîthat Sancar jî diyar kir armanca esasî ya dozê ew e ku desthilat dixwaze talûkeya DAÎŞ’ê bidin jibîrkirin.

Îro li Girtîgeha Sîncanê yê Enqereyê rûniştina 26’emîn a Doza Kobanê hate lidarxistin.

Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmeha 2014’an ên ji bo piştgiriya Kobanê, 17 jê girtî 108 siyasetmedar ji dozê tên darizandin

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nava girtîyan de ne.

Piştî tespîta nasnameyan û xwendina ewraqên li dosyeyê hatine zêdekirin, danişînê dest pê kir.

Paşê siyasetmedar Ayla Akat Ata axivî û bal kişand ser naveroka doza jê tên darizandin.

Hevseroka giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel bal kişand ser tecrîdê

Di rûniştinê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel jî bal kişand ser tecrîdkirina Rêber Apo.

Sebahat Tuncel: Erdogan jî di nav de her kes rola Ocalan dizane

Sebahat Tuncel bibîrxist tecrîd sûcê mirovahiyê ye û wiha got:

“Dema ku bi kêrî wan tê dixwazin birêz Ocalan bikin amûr.Halbûkî Erdogan jî di nav de her kes rola Ocalan dizane.”

Sebahat Tuncel diyar kir heta ku pirsgirêk neyên axaftin li vî welatî demokrasî û edalet pêk nayê û got:

Ji ber ku edalet tune hûn vê doza komployê dimeşînin. Dîrok wê Dosyeya Kobanê bidarizîne.

Fîgen Yuksekdag: Dadgeh dixwaze di demek kin de ceza bide û ser dozê bigire

Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag jî axivî û destnîşan kir ku şandeya dadgeh dixwaze di demek kin de ceza bide wan û ser dozê bigire.

Hevserokê giştî yê HDP Mîthat Sancar piştî şopandina dozê daxuyanî da

Ji bo şopandina dozê, di rûniştina îro de gelek rêveberên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk û parêzerên tev li bûn.

Hevserokê Giştî yê HDP Mîthat Sancar jî ku doz şopand, piştre li navenda giştî ya partiyê daxuyanî da.

Mîthat Sancar: Armanca esasî ya dozê ew e ku talûkeya DAIŞ’ê bidin jibîrkirin

Mîthat Sancar, Doza Kobanê weke “Doza Kompasê” pênase kir û got:

Armanca esasî ya vê dozê jî ew e ku talûkeya DAÎŞ’ê bidin jibîrkirin

Sancar, bi lêv kir ku piştî têkçûna DAÎŞ’ê ya li Kobanê planên AKP’ê yên li Sûriyê têk çûne û wiha pê de çû:

“Ev doz jî parçeyeke van êrîşa ye. Ev doz, her wiha bû pêşqonaxeke Doza Girtina HDP’ê.

Mîthat Sancar: Em ê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin

Hevserokê Giştî yê HDP Mîthat Sancar diyar kir desthilat dixwaze hevalên wan bi îdianemeyek wiha cezabike û got:

“Ji ber sekna wan a di eywanên dadgehan de, spasiya hemû hevalan dikim.

Em jî dê vê têkoşînê heta dawiyê bidomînin.”

Doza Kobanê bi rûniştina 25. dewam kir

Back to top button