Li Bexdayê 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Fermandariya Operasyonên Bexdayê ragihand ku di encama çend operasyonan de li cihên cuda yên Bexdayê 4 tombetbar ku 3 ji wan çeteyên DAIŞ’ê bûn hatin girtin.

Fermandariya Operasyonên Bexdayê di derbarê operasyonên ku li sînorê parêzgeha Bexdayê de daxuyaniyek belav kir.

Hate diyarkirin ku di encama hinek operasyonên li cihên cuda yên parêzgeha Bexdayê de, 4 tometbar hatin girtin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku yek ji tometbaran li gorî madeya 32 dihate lêgerîn û di dema girtinê de bombeyek û rêjeyek madeyên hişber li gel hate desteserkirin.

Heman daxuyaniyê hate ragihandin ku 3 tometbarên din ên ku hatîn girtin, çeteyên DAIŞ’ê bûn û li gundên Îlam û Meşhed hatin girtin.

Her sê tometbar li gor madeya 4 ya terorê dihatin lêgerîn û hejmarek teqemenî li devera Ebû Fîras ku paşmahiyên DAIŞ’ê bûn, hatin desteserkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku teqemeniyên ku hatîn desteserkirin ji aliyê hêzeke hevbeş a Lîwaya 25 û Midûriyeta Ewlekariya Netewî ve hatin teqandin.

Back to top button