Îran li Şamê konsulxaneya nû vekir

Hefteya borî Îsraîlê êrîşî konsulxaneya Îranê ya li Şamê kiribû.
Ji ber êrîşê rayedar û hikumetê Îranê bertekên tund raber kirin û gotin ewê bersivê pêwîst bidin.
Her wiha hefteyek piştî êrîşê Wezîrê Karê Derve yê Îranê Hisên Amir Abdullahiyan ji bo vekirina Konsulxaneya nû berê xwe da Şamê.
Abdullahiyan piştî vekirina konsulxaneya nû bi hikumeta Şamê re hevdîtinê kir.

Hefteya borî Îsraîlê êrîşî konsulxaneya Îranê ya li Şamê kiribû.

Di encama êrîşê de konsulxane ji xizmetê derketibû.

Li ser vê yekê Wezîrê Karê Derve yê Îranê Hisên Amir Abdullahiyan ji bo konsulxaneya nû veke berê xwe da Sûriyê.

Hisên Amir Abdullahiyan û hempişeyê wî Faysal Miqdad bi hevre konsulxaneya nû vekirin.

Di vekirinê de Abdullahiyan ji ber êrîşê Amerîkayê tawanbar kir ku êrîşa Îsraîlê erê kiriye.

Tehranê soza hilanîna tola êrîşa hewayî ya ku heft endamên Artêşa Pasdarên Şoreşê di nav de du general jî hebûn, da.

Abdullahiyan: Divê Amerîka ji vê bûyerê berpirsyar bê dîtin

Abdullahiyan got:

“Divê Amerîka ji vê bûyerê berpirsyar bê dîtin.

Amerîka li dijî biryara konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî derket ku êrîşa li dijî konsulxaneya Îranê şermezar kir.

Ew yek jî nîşan dide Amerîka çîrûska kesk bo rejîma Siyonîst vêxistiye.”

Ajansa fermî ya nûçeyan SANA ragihand ku Abdullahiyan bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re jî civiya.

Hat ragihandin ku konsulxaneya nû ne dûrî avahiyên ku di êrîşê de hatine wêrankirin.

Erişa Îsraîlê ya li Sûriyê

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di nav wan de 8 Îranî, 5 Sûrî, endamekî Heşdî Şabî li Lubnanê û 2 kesên sivîl,16 kes di êrîşa konsulxaneyê de hatine kuştin.

Di nav kuştiyan de Mihemed Riza Zahedî û Mihemed Hadî Hacî Rehîmî, fermandarên payebilind ên Hêza Qudis, baskê operasyonên derve yên Pasdarên Şoreşê hene.

Ji destpêka şerê navxweyî ve berî 13 salan, Îsraîlê bi sedan êrîşên hewayî li Sûriyê pêk anîne.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê li Şamê ye

Back to top button