ÇETEYÊN DEWLETA TIRK CIWANEK JI NAVÇEYA ŞÊREWAYÊ REVAND

Li navçeya Şêrewa ya Efrînê çeteyên dewleta Tirk ciwanek revand û li hember berdana wî fidiye xwest.

 

Çavkaniyekî ji Efrînê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk ciwanê bi navê Şiyar Nezmî Hemo yê ji gundê Xezawiyê yê navçeya Şêrawa revand.

Çavkanî tekez kir ku çeteyan li beramberî serbestberdana Şiyar Nezmî Hemo, 15 hezar dolar ji malbata wî wek fidiye xwest.

Duh jî çavkaniyên herêmî ji Efrînê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk ên bi navê Feyleq El-Şam ji gundê Dêr Belûtê yê navçeya Cindêrisê 9 sivîl revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Hêjayî gotinê ye ku Neteweyên Yekbûyî têkildarî rewşa xerab li Efrîna dagirkirî raporek amade kiribû.

NY di rapora xwe de binpêkirin û kirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê belge kiribûn û tekez kiribû ku li Efrînê sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê pêk tînin, Sûcên Şer in.

 

Leave a Reply

Back to top button