Unfil: Zêdebûna pevçûnên Îsraîl û Hizbullahê rewşê xera dike

Îsraîl di demên dawî de li dijî Hizbullahê êrîşên xwe zêde kirine.
Bi taybetî Lubnan û Sûriyê êrîşên hewayî pêk tîne.
Bi van êrîşan ve cih û warên sivîlan jî dibe hedef û ev yek ji hêla sazî û rêxistinên sivîl rastî bertekan tê.
Hêzên Aştiya Demkî ya Lubnanê ya Neteweyên Yekbûyî-UNFIL derbarê pevçûnên domdar a Îsraîl û Hizbullahê de daxuyanî da.
UNFIL bang li hemû aliyan kir da ku di çarçoveya biryara 1701’ê ya Neteweyên Yekbûyî de li ser rawestandina şer tevbigerin.

Hêzên Aştiya Demkî ya Lubnanê ya Neteweyên Yekbûyî-UNFIL bi kordînatorê taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Lubnanê Joanna Wronecka re daxuyaniya hevpar da.

Di daxuyaniya hevpar de UNFIL li ser pevçûnên Îsraîl û Hizbullahêwiha got:

“Ev 6 meh in ku pevçûnên du alî li ser xeta Şîn dest pê kiriye û bênavber berdewam dike, ku berdêla her du aliyan giran e.

Jiyana bi hezaran kesî zirareke mezin dîtiye û bi dehan sivîlan bi awayekî trajîk jiyana xwe ji dest dane.

Gelek kes malên xwe, debara xwe û siberoja xwe winda kirine.”

Unfil: Divê li gor biryara 1701’ê ya Neteweyên Yekbûyî şer raweste

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Tundî û êş û azar ev demeke dirêj e berdewam dike. Divê êdî dawî li vê yekê were.

Em bi lezgînî bang li hemû aliyan dikin ku di çarçoveya biryara 1701’ê ya Neteweyên Yekbûyî de li ser rawestandina şer tevbigerin.”

Daxuyaniyê her wiha teqezî li ser pêwîstiya dubare rawestana li ser armanca giştî ya peydakirina agirbesteke herdemî û çareseriyeke demdirêj ji şer re kir.

Hizbullah: Îsraîlê êrîşên xwe zêde kirine

Ji aliyê din ve Hizbullaha Lubnanê ragihand ku di encama bombebarana Îsraîlê ya li ser Lubnanê de endamekî wê jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya ku ji aliyê ajansa nûçeyan a fermî ya Hizbullah a Lubnanê NNA ve hat belavkirin de wiha hat gotin:

“Dijmin duh bi şev û heta danê sibê êrîşên xwe zêde kirin.

Li bajaroka es Sultaniye ya navendî bi ser malekê de girt.

Di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.”

Her wiha di êrîşê de ziyanên madî gihandin mal û malên li derdora mala armanckirî. Di êrîşê de zêdeyî deh malbatan malên xwe winda kirin û malên wan û herwiha binesaziya wan zirar dît.

Navçeyên sînorî li başûrê Lubnanê ji 8’ê Cotmehê ve ku Îsraîlê şer li dijî Xezayê ragihandibû, bûye qada aloziya ewlehiyê û pevçûnên hevbeş di navbera artêşa Îsraîlê û Hizbullahê de.

Back to top button