Nobeta parlamenterê HDP’ê ya li dijî tecrîdê di roja 16’an de didome

Parlementerên HDP’ê ji bo rakirin tecrîda li dijî rêber APO çalakya xwe didomînin. Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr derbarê çalaiyar nobetê nirxandin kir û got: Çareseriyar tevahî pirsgirêkan di azadkirina rêber APO de ye. Heta ku hevdîtin pêk were wê çalakiya me bidome

16 roj in parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdê giran a Îmraliyê çalakiya xwe ya nobedê didomînin.

Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr derbarê çalakiya nobetê de nirxandin kir.

Nuran Îmîr: Serlêdanên me bê bersiv tên hiştin

Nuran Îmîr anî ziman ku tecrîda mutleq ku ev du sal in didome, dewamiya konsepta sala 1999’an e û ev tişt got:

“Zêdetirî 2 salan e agahî ji rêber Abdullah Ocalan nayê girtin.

Ev yek helbet digihêje pêvajoya 1999’an.

Berê bi hinceta koster xira bûye hevdîtin dihatin astengkirin, lê niha di bin navê cezayên dîsîplînê de bêhiqûqîyeke mutleq heye.”

Parlementer Nûran Îmîr diyar kir ku beriya nobetê ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê ya Tirkiyê dane lê bê bersiv hatine hiştin û wiha got:

Hem me û hem jî gelek rêxistinên girseyî yên demokratîk gelek çalakiyên ku balê dikîşîne ser dijhiqûqiya taybet yên li dijî rêzdar Ocalan pêk anîn.

Me diyar kir ku ev hiqûqa taybet rêgezên hiqûqa heyî binpê dike.

Lê dewlet xwe li nezaniyê datîne.

Di nava 20 hefteyên dawî de parêzeran zêdeyî 300 serlêdanan kirin.

Ji van serlêdanan re erênî an neyînî ti bersiv nayê dayîn.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk Salîha Aydenîz jî serlêdan kir lê mixabin serlêdanên me bê bersiv têne hiştin.

“Tecrîdkirina Rêber Apo tecrîdkirina civakê ye”

Nûran Îmîr da zanîn ku bi nirxandineke ji Îmraliyê, xitimandina li welat wê çareser bibe û wiha dawî li axaftinê xwe anî:

“Çareseriya tevahî pirsgirêkan di rakrina tecrîda li dijî rêber Apo de ye.

Ev tecrîd ne tenê ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve tê girankrin ji aliyê navneteweyî jî heye.

Ji ber ku hêzên navneteweyî naxwazin li Tirkiyê aramî çêbibe.

Ji aloziyên gelan sûd werdigirin.

Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr daxuyakirin ku ewê heta pêkanîna hevdîtinê çalakiyên xwe bidomînin.

Back to top button