KCK: Zindanên dewleta Tirk bûne cihê êşkence û mirinê

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku girtîgehên dewleta Tirk bûne cihê êşkence û mirinê.
KCK’ê da zanîn ku girtiyên siyasî wê serî li hember faşîzmê neteweînin û bang li gel kir ku li girtiyan xwedî derkevin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê êşkenceya ku di hundirê girtîgehên Tirkiyê de tê kirin daxuyaniyek da.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku girtîgehên dewleta Tirk bûne cihê êşkence û mirinê û ev tişt anî ziman:

”Tirkiyê çi kesê ku bi doza gelê Kurd re ne û ji bo demokrasiyê têdikoşin, dixe zindanan. Ev yek jî têra wî nake.

Li gel vê, zextan jî li dijî wan dike. Demên dawî jî ev zext zêde bûne. Gihaştiya asta ku girtî tên kuştin.

Zindanên dewleta Tirk êdî bûne cihên êşkence û mirinê.”

KCK: Wê girtî lı hember faşîzmê serî netewînın

KCK’ê di dewamiya daxuyaniyê de balkişand ser berxwedana girtiyên siyasî a li hember êşkenceyê û ev tişt got:

”Rêveberiya giştî ya girtîgehan û rêveberên girtîgehan bûne torên çete û kujeran ên ku polîtîkayên îmhakirinê pêk tînin.

Dixwazin bi rêya êşkenceyê girtiyan dûrî doza wan bikin. Ev feraset berhema dijminatiya li hemberî Kurdan e.

Evqas zext û êriş nîşan dide ku girtî di nav berxwedaneke mezin de ne. Girtiyên siyasî rûmeta civakê ne.

Ew mirovên bi rûmet in ku ji bo azadiyê hatine dîlgirtin. Wê qet li ber faşîzma AKP-MHP’ê serî netewînin.”

KCK: Divê xwedî lı gırtiyiyên siyasî bê derketın

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê dawiya daxuyaniya xwe de ev bang li gelê Kurd kir:

”Malbatên girtiyan ji bo zarokên xwe çalakî dane destpêkirin. Divê malbat bi tenê neyên hiştin..

Divê civak jiyana xwe bi asayî neborîne, divê hemû civak rabe ser lingan û bi malbatên girtiyan re di nava piştevaniyê de bin.

Divê têkoşîna girtî û malbatên wan bi tenê neyê hiştin.”

Back to top button