Hêzên faşîst a dewleta Tirk suka Lengê ya Hewlerê şewat derxist

Doh li bazara Lenge ya Hewlêrê şewatek mezin derket. Di vê şewatê de nêzî 60 dikan şewitîn.
Koman Nijadperest a Tirk a bi navê Misaqi Millî daxuyaniyek belav kir û berpirsyartiya şewata li Lengê girt ser xwe.
Bi van êrîşan diyar dibe ku dagirkeriya Tirkiyê bi destê komên nîjadperest ên girêdayî xwe rêbazê dagirkirinê fireh dike.

Hewildanên dewleta Tirk a faşîst yên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê bi her awayî û bi hemû rêbazan berdewam dike.

Piştre bi rêya şîrketên avahîsazî û geşepêdana binesaziyê ve dirêjiyê dide dagirkeriyên xwe yên li Başûr.

Weke zîhniyeta faşîst ya dewleta Tirk dibêje “Hewlêr, Kerkûk, Duhok xaka Tirkmenane û emê dîsa bixin destê wan.”

Dewleta Tirk a dagirker ne tenê bi êrişên hewayî û bejayî yên leşkerî hewl dide xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike.

Li gel êrişên hewayî û bejayî di hewildana xwe ya dawî de hemû rêbazên dagirkeriyê diceribîne.

Ji van hewildanan jî şewitandina Sûka Ehmed Axa ya Kerkûkê, Sûka Lenge ya Hewlêrê û Sûka Çelê ya Duhokê, rê li ber şêweyekî nû yê dagirkeriyê vedike.

Dewleta Tirk rêbazek nû ji bo dagirkirina başûr bikar tîne

Komeke tundrew û nîjadperest ya Tirkiyê bi navê Rêxistina Peymana Mîllî malperek vekir û 3 daxuyanî belav kir û tê de berpirsatiya şewatên li Kerkûk, Hewlêr û Duhokê gir ser xwe û got;

“Ev herêmên me ne, emê vegerin û ala Tirkiyê li wan herêman bilind bikin.”

Roja 21’ê Çile agir bi Sûka Ehmed Axa ya Kerkûkê ketibû û ziyaneke mezin gihîşt xwediyên dikanan.

Her carê rojek piştî derketina şewatê li sûkan, ev koma nîjadperest bi daxuyaniyekê berpirsyariya şewatê girt ser xwe.

Ji aliyê din ve roja 27’ê Sibatê agir bi Sûka Lenge ya Hewlêrê ketibû û di encamê de zêdetirî 160 dikan şewitîn.

Ev yek bû sedema bi milyonan dolar bigihe esnafên Sûka Lenge.

Bi heman awayî rojek piştî bûyera şewata li Sûka Lenge ya Hewlêrê vê koma nîşadperest a Tirk daxuyaniyeke din da û berpirsiyariya derxistina şewatê girte ser xwe.

Koma nijadperest a Tirk berpirsyartiyê girtin ser xwe

Herwiha roja 1’ê Nîsanê agir bi Sûka Çelê ya Duhokê ket û di encamê de zêdetirî 100 dikan şewitîn.

Esnafan ji ber vê şewatê bi milyonan dolar zerer dîtin.

Piştî şewatê yekser Koma Rêxistina Mîllî ya nîjadperestên Tirk bi daxuyaniyekê berpirsyariya bûyerê girt ser xwe.

Duh di saetên sibehê de li bazara Lenge ya Hewlêrê şewatek mezin derketibû û zêdetirî 60 dikan şewitîbûn. Piştî sê saetan şewat hatibû vemirandin.

Şeva borî di saetên dereng de komeke tundrew û nîjadperest ya Tirk bi navê Rêxistina Peymana Mîllî daxuyaniyek belav kir û berpirsyartiya şewata li Lengê girt ser xwe.

Back to top button