Serokên 6 welatan banga tevgereke lezgîn kirin

Pêla germê a zêde, şewatên daristanan û lehiyan, cîhan xistiye nava metirsiyê.
Serokên 6 welatên Derya Spî li dijî krîza avhewayê banga tevgereke lezgîn kirin.
Di daxuyaniya hevpar de hate diyar kirin ku divê ji bo nifşên paşerojê gavên zelal werin avêtin.

Serokê Îtalya yê Sergio Mattarella û 5 hempîşeyên wî yên Ewropî ji bo çareserkirina krîza avhewayê daxwaza gavên lezgîn kirin.

Piştî pêlên germê, şewatên daristanan û baranên dibin sedema lehiyê, cîhan ketiye nava metirsiyê.

Li Başûrê Ewropayê metirsî heye ku germahiya dijwar a demsala havînê ziyaneke mezin bide sektorên geştyarî û çandiniyê.

Di daxuyaniya ku ji aliyê serokên Îtalya, Yewnanîstan, Xirvatîstan, Slovenya, Malta û Portugalê ve hat îmzekirin de wiha hat gotin:

“Bûyerên ku bi dijwarî diqewimin xwazayê wêran dike û jiyana me xistiye nava metirsiyê.”

Êdî demê me yê ku em winda bikin nemaye.

Ji ber sedemên siyasî û aborî şansê me tune ku em wê paşve bidin.”

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku divê hemû welatên Deryaya Spî bi hev re hewl bidin ku bandorên krîza avhewayê bidawî bikin.

Serokan destnîşan kirin ku divê li hember vê hewldanê polîtîkayên berbiçav bimeşînin û gotin:

“Ne tenê ji bo îro, ji bo pêşeroja zarokên me û nifşên pêşerojê jî divê gavên zelal werin avêtin.”

Di daxuyaniyê de bang li Yekîtiya Ewropa, welatên din ên Derya Spî û Civaka Navneteweyî hat kirin ku vê mijarê di rojeva xwe ya siyasî de bihêlin.

Guterres: Serdema şewata gerdûnê destpêkiriye

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres berê diyar kiribû ku serdema germahiya gerdûnê qediyaye û serdema şewata wê dest pê kiriye.

Bi vê yekê re eşkere bûye ku rojên gelekî germ li benda me ye.

Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê jî eşkere kiribû ku dibe Tîrmeha 2023’an weke demsala herî germ bê tomar kirin.

Tê payîn ku daneyên giştî yên Tîrmehê hefteya pêş werin eşkerekirin.

Back to top button