Şêniyên gundê Gozeliyê tevî êriş û topbaranê berxwedana xwe didomînin

Di encama topbarana dewleta tirk a dagirker li ser gundê Gozeliyê ku bi 16 km dikeve rojavayê navçeya Til Temirê, gelek mal hatin hilweşandin. Şêniyên gund dibêjin:” Tevî dagirkerî û êrişan jiyan didome û ew li hember dagirkeran li ber xwe didin”.

Sûcên dewleta Tirk a dagirker li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin.

Ji navçeya Til Temirê, Zirgan, Eyn Îsa, gundewarên Girê Spî, Minbic, Şehba heya Kobanê êriş tên kirin.

Her wiha di van êrîşan de stasyona kehrebê, av, dibistan, dêr û mizgeft tevî dehan mal zirar dîtine û hatine hilweşandin.

Her wiha di van êrîşan de 94 sivîl jiyana xwe ji dest dane, 186 jî birîndar bûne.

Yek ji van gundên ku rastî êrişên dagirkeriya Tirk hatine gundê Gozeliyê ye ku 16 km başûrê riya M4 re û rojavayî Til Temirê dikeve.

Sivîlên gund ji ber topbaran û êrişên dagirkeriya tirk û çeteyên wê neçar man ku derkevin û xwe bispêrin gundên derdorê.

Jina bi navê Ayîşa Xidir behsa bîranînên xwe yên gund dike û dibêje:

Min berê hemû kêliyên xwe yê jiyanê, bi xweşî û nexweşiya wê li ser vê axê di nava gund de, derbas kiriye.

Niha gund bûye wekî çolekê, malên me hatin hilweşandin.

Em bi hesreta wan rojên aram in.

Gelek kes ji ber topbarana dewleta Tirk û çeteyên wê jiyana xwe ji dest dan.

Ayîşa Xidir anî ziman ku rê wan û çeteyan ji hev qut dike û wiha anî ziman:

Tenê ya ku me û çeteyan ji hev qut dike, rê ye, em bi çavan wan û ew jî me dibînin.

Tevî rewşa ku herêma me tê re derbas dibe, jiyan berdewam dike.

Ne tenê em, daxwaza min hemû gelê Sûriyê bi aramî bijî.

Back to top button