MALPERA MONÎTOR: KESÊ KU LI HEWLÊRÊ HATIYE KUŞTIN BERPIRSÊ MÎT’Ê YE

Herku diçe kîte kîtê êrîşa Hewlêrê ya li dijî xebatkarên konsolosxaneya dewleta Tirk diyar dibe. Malpera Al- Monîtor a Amerîka têkildarî bûyera li Hewlêrê eşkere kir ku kesê bi navê Osman Kose yê li Hewlêrê hatî kuştin berpirsek bilind ê MÎT’ê ye û bi navê dîplomat navê wî di lîsteya navên Wezareta Karê Derve de nîne.

17’ê vê mehê li Hewlêrê dema ku şandeyekî ya konsolosxaneya Tirk a Hewlêrê diçe Xwaringeha Huqqabaz hat gulebarankirin.

Wê demê hate gotin di bûyerê de cîgirê serkonsolosê Tirk û 2 dîplomatên din hatin kuştin.

Malpera Al- Monîtor li ser mijarê li ser navê Amberin Zaman nivîsek weşand.

Li gorî Al -Monîtorê di merasîma definkirina Osman Kose yê 37 salî ya li Enqereyê de, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlut Çavuşoglu, Şêwirmendê MÎT’ê Hakan Fîdan, Wezîrê Hundir Silêman Soylu û Wezîrê Parastinê Hilusî Akar amade bûn.

Li gorî malperê ev yek nîşaneya ku ew kes xwedî berpirsyartiyek bilind bû.

Al -Monîtor li ser zimanê çavkaniyê wiha tîne ziman;”Osman Kose endamê MÎT’ê bû.

Berê li Îran ji bo MÎT’ê kar kiriye.

Di nava 6 mehan de çend wezîfe li konsolosxaneya Tirkiyê ya Hewlêrê girtiye. Tenê bi nav dîplomat bû.

Pile û wezîfeya wî li wezareta derve nediyare. Ne cîgirê konsulê Tirk yê Hewlêrê bû.

Karên taybet ji bo MÎT’ê kiriye.

Malpera Al -Monîtor bêyî ku nasnameya wan kesan eşkere bike wiha tîne ziman:

Osman Kose li xwaringehê li gel çend kesên ku peywendiya wan bi konsolosxaneyê ve nebûn rûniştîbû.

Di raporê de ew kesane weke şirîkê bazirganiyê yên Kose tên bi nav kirin.

Di gotara Al -Manîtor de wiha qala planên Tirkiyê tê kirin:

Tirkiye li Başûrê Kurdistanê torekî îstîxbarekê bi rêve dibe. Bi awayekî sereke çavdêriya PKK’ê û komên nêzî wêne dike.

Leave a Reply

Back to top button