Pedersen: Çareseriya krîza Sûriyê dûr e

Nûnerê NY yê taybet ê Sûriyê Geir Pedersen diyar kir ku çareseriya aloziya li Sûriyê dûr e.

Li gorî malpera NY, nûnerê NY yê taybet yê Sûriyê Geir Pedersen li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî axivî û diyar kir çareseriya şerê li Sûriyê hîn dûr e.

Pedersen sedemên vê jî wiha rave dike,

“Ji ber ku bawerî tune ye û helwest dûrî hev in.

Valahiya vîna siyasî, dûrketina helwestên cewherî yên aliyan, tunebûna baweriya kûr û atmosfêra navneteweyî.”

Geir Pedersen diyar kir ku pêdivî bi destpêkirina xebateke siyasî heye ku encam bê girtin.

Pedersen bang li aliyên Sûriyê, tevahî aliyên aktîf ên navneteweyî ên li Sûriyê kir ku bi awayekî cewherî çareseriyê qebûl bikin û li gorî biryara 2254′an tev bigerin.

Back to top button