Bêkes Qadir: Êrişên dewleta Tirk ewlekariya Başûr têk dibin

Endamê Mekteb Siyasî ya Hizba Zehmetkêşana a Başûrê Kurdistanê Bêkes Qadir diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ji bo têkbirina ewlekariya herêmê ye û pêwîste aliyên siyasî li hemberî metirsiyan bibin yek.

Bêkes Qadir destnîşankir ku aliyên Kurdî ji metirsiyên li ser Başûrê Kurdistanê ne agadarin û got ;

“Rojane êriş û bombebaranên dijminan çêdibin

Pêwîste aliyên siyasî li dijî êriş û metirsiyên heyî, bibin yek.

Divê Hikumeta Iraqê sînorek dane pêşiya detdirêjiyên Îran û Tirkiyeyê ku hertim li ser xaka Başûrê kurdistanê pêktîne.

Ji ber ku di êrişan de xelkê sivîl tê armanc girtin.”

Bêkes Qadir di dewama axaftina xwe de da zanîn ku dagirker û dijminên Gelê Kurd, ji ber vê helwasta lewaz hertim Başûrê Kurdistanê dikin hedef û bombebaran dikin.

Ev êriş bûne sedema têkdana aramî û ewlekariya di nava bajaran de.”

Endamê Mekteb Siyasî ya Hizba Zehmetkêşana Bêkes Qadir di dawiyê de bang li Hikumeta Herêmê û aliyên siyasî kir da ku li dijî metirsiyên li ser Başûrê Kurdistanê yekîtiya xwe ava bikin.

Back to top button