Xelkê herêmê bang li QSD’ê kirin: Cezayên giran li sîxuran bibirin

Xelkê herêmê spasiya QSD’ê li ser girtina sîxurên Tirkiyê kirin û banga birîna cezayên giran li wan kirin.
Her wiha ji QSD’ê xwestin vê operasyonê dewam bikin û herêmê ji sîxuran paqij bikin.

Xelkê herêmê ji ‘Operasyona Sondê‘ kêfxweş in û dixwazin ku sîxurên hatine girtin cezayên giran li wan were birîn.

Cîgirê hevseroketiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê û birayê şehîd Umer Cewheriye, Ehmed Xelef El-Hemûd dibêje:

“Kesên ku ji bo kuştina hevalan û sivîlan agahiyan didin dagirkeriya Tirk gunehkar in.

Em dixwazin malbatên şehîdan çarenûsa sîxuran diyar bikin, em dixwazin cezayên giran li wan bê birîn.”

Ehmed Xelef bang li xelkê herêmê kir ku bi QSD’ê re alîkar bin û wan li ser sîxuran agahdar bikin.

Serokeşîra El-Elî, şêx Remadan El Rehal QSD’ê li ser operasyonê silav kir û bang lê kir ku lidarxistina operasyonê dewam bikin.

Şêx Remadan El Rehal got: ”Li van sîxuran neyên rehmê. Em ji QSD’ê dixwazin ku li pey van sîxuran bin û wan bigirin.

Remedan bang li eşîran jî kir ku QSD’ê bi hebûna sîxuran agahdar bikin û bi wan re alîkar bin.

Endamê rêveber ê Nivîsgeha Rêxistinî ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya rojavayê Dêrazorê Ela Seîd jî ev tişt anî ziman:

”Dewleta Tirk a dagirker bi planên xwe hewl dide gelê herêmê lawaz bike, wan koçber bike û bi hêsanî herêmê dagir bike.

QSD’ê xwedî hêzeke îstixbaratî ye û dikare tevliheviyên ewlehiyê ku gefê li herêmê dixwin, bişopîne.

Bi keda hêzên me, gelek sîxur hatin girtin û hemû planên têkbirina hêzên me û lawazkirina îradeya me hatin pûçkirin.”

Endama Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê û hevjîna şehîd Salih Hemûd, Foze Mihemed piştgiriya xwe bi QSD’ê û “Operasyona Sondê” re teqez kir û destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe û meşa li ser şopa şehîdan bidomînin.

Back to top button