Nûnerê Amerîka yê taybet bo aloziya Sûrî James Jeffrey ragihand ku eger Rûsya dûrî Esed û Îranê bikeve, ew ê piştgiriya Rûsya li Sûriyê bikin.
Jeffrey bi rêya vîdyoyê, tevlî kongreyeke “lêkolînên stratejîk” bû û diyar kir ku Rûsya serkeftinên leşkerî yên mezin li Sûriyê pêk aniye û nepeydakirina wê ji çareserkirine siyasî bo Sûriyê, bi serokê hikumeta Şamê ve girêda”.
Nûnerê Amerîkî got, ew amade ne alîkariya Rûsyayê bikin û NY jî dikare rê li pêşiya Rûsyayê veke, lê divê destpêkê dûrî Esed û Îranê bikeve.
Der barê rakirina Esed ji erkê wî jî, nûnerê Amerîkî yê taybet bi Sûriyê, anî ziman ku Rûsya ji Esed nerazî ye, lê şûngirê wî nabîne.



