45 rêxistin nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk li ser çanda kurdî dan

45 rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên çand û huner nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk li ser çanda kurdî dan.

Bi pêşengiya Tora Ziman û Çanda Kurdî 45 sazî, nivîskar, hunermend, û rêxistinên civakî têkildarî Bariş Çakan ê li Enqereyê hat kuştin û êrîşên li ser zimanê Kurdî daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de êrîş û nijadperestiya li dijî ziman û çanda Kurdî hat şermezarkirin û hat gotin wê êdî gelê Kurd û raya giştî êrîşên li dijî zimanê Kurdî qebûl neke.

Di daxuyaniyekê de hat bangkirin ku lêpirsînek bê çêkirin û dawî li polîtîkayên nefret û cudakarîyê bê anîn.

Back to top button