Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şehîd Hevrîn Xelef bi bîr anî

Sibe salvegera 1. a şehadeta Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef e.

Bi vê boneyê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê daxuyaniyek da û Hevrîn Xelef bibîranî.

Partiyê destnîşan kir ku ewê heta rizgarkirina herêmên dagirkirî, têkoşîna xwe dewam bikin.

12’ê Cotmeha 2019’an, Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef bi kemînekê li ser rêya M4’ê ji aliyê çeteyên dewleta ve bi hovîtî hat şehîdxistin.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi boneya salvegera 1. a Şehadeta Sekretera Giştî Hevrîn Xelef, daxuyaniyek da.

Partiya Sûriya Pêşerojê destpêkê sersaxî ji malbata Ş. Hevrîn, Ferhad Remedan û hemû malbatên Şehîdan re xwest.

Partiyê da xuyakirin ku dewleta Tirk der heqê gelê Sûriyê de hemû cure sûc û binpêkirin kirine û heta niha jî didomîne.

Partiya Pêşerojê destnîşan kir ku ew ê li hember vê dagirkeriya faşîzm heta rizgarkirina herêmên dagirkirî, li ber xwe bidin.

Partiyê di daxuyaniya xwe de bang li hemû ciwanên Sûrî yên li hundir û derve û bi taybet ên Bakur û Rojhilatê Sûrî kir ku bi girseyî Ş. Hevrîn bi bîr bînin.

Her wiha kirinên dewleta Tirk a dagirker şermezar bikin.

Partiyê her wiha di daxuyaniyê de banga darizandina tevahiya sûcdar û qirkerên gelên Sûriyê kir.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê di dawiya daxuyaniya xwe de heta gihîştina Sûriyeke azad û demokratîk, soza domandina rêya Hevrîn Xelef da.

Back to top button