PDK Cerdewan û çeteyên Sûrî ji bo li dijî gerîla şerbikin tên amadekirin

Dewleta dagirker bi destê PDK, Cerdewan û Çeteyên li Sûrî amadekariya dagirkeriya nû li dijî gerîla dike.
Hate hînbûn ku Dagirkeriya Tirk li navçeya Gever a Colemêrgê, Cerdewanên ku tevlî êrişa dagirkeriyê bibin diyar kiriye, bi belge navê van Cerdewanan ji aliyê ajansa hawarê ve hate parvekirin
Her wiha Lêkolîn.Orgê jî ragihan ku dewleta Tirk çeteyên li Efrîn û Serêkaniyê cilên çeteyên roj li wan kiriye şandiye Qadên gerîla
Hemwextî van gavan PDK jî li xeta Şêladizê xwe bi cihkiriye.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê piştî hewldanên xwe yên dîplomatîk û leşkerî li dijî gerîla di nav amadekariyên leşkerî de ye.

Dewleta dagirker ji bo li dijî gerîla şer bikin xwefiroş, cerdewan û çeteyan amade dike.

Ajansa Nûçeyan Firatê ragihand ku dewleta tirk a dagirker sedan cerdevanên ji navçeya Gever a Colemêrgê ji bo tevlî êrîşa dagirkeriyê ya nû bibin diyar kiriye.

Bi sedan cerdevanên navçeya gever a colemêrgê hatin amadekirin

ANF’ê “lîsteya navên cerdevanên ku li Fermandariya Cendirmeyan a navçeya navendî ji bo peywira dervî sînor hatine wezîfedarkirin” bi dest xist.

Di lîsteyê de nav û paşnavên cerdevanên ku di Fermandariya Tûgay a Sînor a 34’emîn û Fermandariya Tûgay Komando ya 51’emîn de hatine wezîfedarkirin, heye.

Di lîsteyê de ji nav û paşnavê wan diyar dibe ka ji kuderê ne û ji hejmarên telefonên wan heta koma wan a xwînê, ji hejmara nasnameya wan a TC’ê heta wezîfeyên ku girtine, agahî hene.

Dewleta Tirk çeteyên li Serêkaniyê û Efrînê şand qadên gerîla

Dewleta Tirk a dagirker ne tenê li bakûrê Kurdistan li Herêmên dagirkîrî yên Rojavayê Kurdistanê jî çeteyan dişîne qadên gerîla.

Navenda Lêkolîn.org ragihand ku dewleta Tirk a dagirker vê carî ji bo li dijî gerîla bide şerkirin çeteyên li Serêkaniyê û Efrînê cilên çeteyên roj li wan kiriye û şandiye navçeya Şeladizê ya Dihokê.

Li gor agahiyên Lêkolîn.org parvekiriye dewleta Tirk a dagirker 13’ê Adarê di nav wan de serçete jî 45 çeteyên ku li Serêkaniyê û Efrînê komkiriye bi wesayîta cûreya Pullman di deriyê Îbrahîm Xelîl de derbasî başûrê Kurdistanê kiriye.

Hêzên PDK bi navê parêzvanên sînor xwe li nêzî qadên gerîla bi cih dikin

Heman çavkanî diyardike ku ev 45 kesên ku bi wesayîta cûreya Pullman anîne di noxteya çeteyên Roj de bi cih kirine di navbera xwe de erebî axivîne û berpirsê çeteyên roj yê bi navê Erîf Heres jî ji kesên grêdayî xwe re ragihandine ku ev kes li Efrîn û Serêkaniyê hatine û wê xeta Şêladizê li dijî PKK’ê şer bikin.

Her wiha hate ragihandin ku hêzên Zerevanî û Gulan ên PDK’ê ku di bin navê Yekîneyên Parastina Sînor a Iraqê de şandibûn herêmê, çûne Sîde û Şêladizê û wê 15 qeraqolan li wir ava bikin.

Back to top button