Li zindanên Tirkiyê girtiyên birîndar nayên derman kirin

Zexta li hember girtiyan li girtîgehên Tirkiyê û bakur û Kurdistanê dewam dikin.
Girtiyê bi navê Yakûp Brûkanli ku nikare dest û lingên xwe bikar bîne, ji bo nexweşxaneyê nayê şandin..

Girtiyê bi navê Yakûb Brûkanli yê ji Rojhilatê Kurdistanê ku di girtîgeha li Tirkiyê de tê ragirtin, li hemberî tecrîda giran di 28’ê Cotmehê de de agir berdabû bedena xwe.

Yakûb bi dest, mil û pêyên xwe nikare tiştekî bigre û tev wê jî dewleta Tirk wî naşînin nexweşxaneyê..

Li aliyê din, girtiyê bi navê Mehmet Işiktaş, di hevdîtina bi malbatê re dibêje, ew du meh in di greva birçîbûnê de ne û daxwazên wan nayên bicihanîn.

Işiktaş diyar kir ku ji 23’ê Tebaxê û vir ve ew di hucreyên yekkesî de ne.

Işiktaş derbarê Yakûb Brûkanli de jî got,

“Di bedena wî de şewatên di asta duyemîn de hene.

Hê jî di hucreyê de ye û wî nabin nexweşxaneyê.”

Di dawî de Işiktaş bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku erkên xwe bicîh bînin.

Back to top button