Serhildanên bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, azadî” 56 rojin dewam dikin

Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya bi pêşengiya jin û xwandekaran bê navber dewam dikin.
Tevî hemû zext û tundiya hêzên dewleta Îranê, çalakiyên bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” di roja 56’an de dewam kir.

Xwepêşandan û çalakiyên li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên bi pêşengiya jina û xwandekaran, bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, azadî” dewam dikin.

Duh bi şev û îro di roja 56’an ya serhildanê de jî çalakgeran careke din dewleta Îranê protesto kirin û bi yek dengî daxwaza azadiyê kirin.

Di vê çarçoveyê de welatiyên li bajarê Sine, Mihabat, Kamîran, Seqiz û gelek deverên cuda careke din bi dirûşmeya “Bimre dîktator” heya derengiya şevê li qadan bûn.

Li Rojhilatê Kurdistanê hêzên Îranê êrişî xwepêşandêran kir

Di wan kêliyan de hêzên dewleta Îranê ji bo tepisandina çalakiyên welatiyan êriş kir û şer derket.

Her wiha li Tehran, Esfehan, Meşhed, Reşt û gelek bajarê cuda yên Îranê jî welatiyan çalakiyên bi daxwaza azadiyê domandin.

Li gelek deveran jî ciwanan bi molotofan êriş kirin û çend baragehên hêzên Besîcan dan ber agir.

Li Belûcistanê hêrsa li dijî dewleta Îranê hebû

Li aliyê din îro careke din bi hezaran welatiyên Belûcistanê bi dirûşmeya “Bimre Xameneyî” li dijî dewleta Îranê daketin qadan.

Hêzên dewleta Îranê careke din rê nedan gel çalakiyên xwe bidomînin û pevçûn derket.

Di dema van çalakiyan de hêjmareke zêde hêzên dewletê li Belûcistanê di nava tevgerê de bû.

Xwendekarên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” careke din li qadan bûn.

Back to top button