keştiya Ocean Vîkîng wê careke din dest bi alîkariya koçberan bike

Keştiya Ocean Vîkîng ku nêzî 5 meh hatibû rawestandin, ji bo alîkariyê bide koçberên li Derya Spî careke din bi rê ket.

Keştî wê rojên bê tevî 22 kesên ji tîma xwe ya tenduristiyê û wezîfedarên rizgarkirinê, dest bi kar bike.

Keştiya Ocean Vîkîng 5 mehan li bendergeheke li Îtalyayê hatibû girêdan.

Di vê demê de ku ji bo koçberan gelekî zor û zehmet bû, nekarîbû alîkariya mirovan bike.

Keştî li herêma navbera Tûnis û Lîbyayê dixebite.

Ev herêm ji aliyê koçberan ve gelekî tê bikaranîn.

Di sala 2020’î de 1200 kes dema ku hewl didan ji Derya Spî derbasî Ewropayê bibin jiyana xwe ji dest dan.

Piştî ku Ocean Vîkîng dest bi kar kir, ji sala 2016’an ve 31 hezar kes rizgar kir.

Keştiya Ocean Vîkîng a rêxistina civakî ya bi navê SOS Medîterranee ye.

Back to top button