NY rojhilatê Afrîka li dijî dagirkeriyeke nû ya kuliyan hişyar kir

Rêxistina Çandinî û Xwarinê ya NY welatên rojhilatê Afrîka li dijî dagirkeriyeke nû ya kuliyan hişyar kir.

Rêxistinê di daxuyaniya xwe ya nivîskî ku weşandî de got,

Keriyên ku nû li Etyopya, Keyna û Somalê gihiştine, wê xwe bigihînin herêmên başûrê Sûdan, Tanzanya û Uganda.

Di daxuyaniyê de ji bo kontirolkirina zêdebûna kuliyan bang li welatan hate kirin û hate diyarkirin ku li aliyê din yê Derya Sor pirbûna kuliyan didome.

Dagirkeriya keriyên kuliyan ziyaneke zêde dide xurekan.

Sala derbasbûyî li welatên navbûrî bi sedhezaranhektar zevî ziyan dîtibûn.

Tenê li herêmeke bi qasî 1 kîlometre nêzî 40-80 milyon kulî hebûn.

Tenê di rojekê de xwarina biqasî 35 hezar kesî dixwin.

Çekirge sürüleri her gün 150 kilometre yol katedebiliyor.

Keriyên kuliyan rojê bi qasî 150 km rê dikarin biçin.

Back to top button