Çalakiyên li dijîêrişên dewleta Tirk a dagirker û li dijî tecrîda li ser Rêber Apo, dewam dikin. Îro jî li Kobanê û Hesekê meş û çalakî hatin lidarxistin û banga azadiya Rêber Apo hate kirin.
Li bakur û rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên dewleta Tirk û tecrîda li ser Rêber Apo, çalakî û nerazîbûn zêde dibin.
Li bajarê Kobanê dijî êriş û tecrîdê meşek hate lidarxistin.
Bi sedan welatiyên Kobanê û herêmê Firatê beşdarî meşê bûn.
Meş li qada Şehîd Egîd veguherî mîtingê.
Di mîtingê de endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê, Mizgîn Xelîl axivî û tecrîda giran ya li ser rêber Apo û êrişên dagirkeriyê yên li ser herêmê, şermezar kir.
Mizgîn diyar kir fikir û felsefeya Rêber Apo planên faşîstan têk bir û got:
“Ji ber ku Rêber Apo proje û planên wan têk birin li dijî wî komplo kirin û roj bi roj tecîrdê li ser wî girantir dikin.”
Mizgîn da zanîn ku ewê ji bo azadiya Rêber Apo berxwedan û tekoşînê mezin bikin.
Her wiha Mizgîn balkişand li ser êrişan û diyar kir ku bêdengiya hêzên navnetewî isbat dike ku ew jî şirîkên van êrişan in.
Çalakiya pirtûkxaneya gerok li Hesekê careke din hate destpêkirin
Li kantona Hesekê jî Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekîtiya Jinên Ciwan bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiya Pirtûkxaneya Gerok dabûn destpêkirin.
Çalakî îro û piştî 7 mehan ji bajarê Hesekê dest pê kir û heta bajarokê Sifeya ya li bakurê bajêr dewam kir.
Bi dehan ciwan û welatî beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de, ciwanan ji beşdaran re behsa fikr û felsefeya Rêber Apo û tecrîdê kirin.
Piştre pirtûkên Rêber Apo li beşdaran hate belavkirin.



