Raporeke Navneteweyî: DAIŞ dixwaze careke din serweriya xwe ava bike

Raporeke Navneteweyî diyar kir ku DAIŞ dixwaze careke din serweriyê li ser xaka Iraq û Sûrîyê ava bike.

Tîma analîzan ya di Konseya Ewlekariyê ya Navneteweyî di roporeke xwe de balê dikşîne li ser xebatên DAIŞ’ê û dibêje:

DAIŞ, bi rêya şaneyên xwe yên veşartî li Iraq û Sûriyê êrîşan pêk tînin û dixwazin careke din vegerin û van herdu welatan kontrol bikin.

Rapora Navneteweyî diyar kir ku DAIŞ’ê niha li gundewarên Sûriyê û Iraqê tenê xwe bi cih dike nikare gefê bi awayekî domdar li bajaran bixwe.

Raporê bibîrxist ku Serçeteyên DAIŞ’ê yê nû Mihemed Said Ebdulrehman El-Mewla gelekî bandora xwe li ser medyaya civakî çênekiriye.

Rapora Navneteweyî hişiyarî da ku DAIŞ’ê vîrûsa coronayê ji xwe re kiriye firsend, ev jî fikarê ji dewletên di Konseya Ewlehiyê de çêdike.

Back to top button