Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyniyekê bîlançoya êrîşên dewleta Tirk yên dijî herûmên parastina Medyayê, her wiha rastiya ku dewleta Tirk a dagirker vedişêre eşkere kir.HPG’ê diyar kir ku li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sabotajê li yekîneyeke bijarte ya artêşa Tirk hatiye xistin û got, Rastiya ku medya şerê taybet û artêşa dagirker ji raya giştî vedişêrin, em bi wêne û dîmenan parve dikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyniyekê rastiya ku dewleta Tirk a dagirker vedişêre eşkere kir.
HPG’ê bi bîrxist ku artêşa Tirk a dagirker 4’ê Nîsanê yekîneyeke xwe ya taybet a ku hemû serpel bû şand ser tunelên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî.
Hêzên gerîla ev dagirker xistin bin kontrola xwe û destpêkê bi sabotajê lê dan, piştre jî bi çekên ferdî dest li wan werdan.
Gerlîla çekeke ferdî ya bi tîpa SAR-56 û alavên wê ji ser dagirkerên hatin cezakirin rakirin.
Lê belê artêşa Tirk a dagirker mîna her carê windahiyên xwe yên li vê derê jî veşart.
HPG’ê têkildarî çalakiyan û êrîşên dagirkeriyê jî ev agahî da:
“Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;
- 4’ê Nîsanê li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê sîstemeke radarê û sîstema kamerayê ya mobesse ya dagirkeran bi sûîqestê hatin îmhakirin.
- 8’ê Nîsanê li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê projektorek û sîstemeke kamera ya mobesse ya dagirkeran bi sûîqestê hatin îmhakirin.
- 5’ê Nîsanê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl tunelên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û Amedê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
- 6’ê Nîsanê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl tunelên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
- Di navbera 4’ê Nîsanê û 8’ê Nîsanê 13 cih 37 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
- 5’ê Nîsanê qada Lolanê ya herêma Xakurkê bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.”


