Cenazeyê şehîd Êva Elî bi merasîmekê hate veşartin

Cenazeya şehîd Êva Elî ku 30 Adarê di encama qezayekî de şehîd bûbû li goristana Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişloyê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan ya bajarê Qamişlo Ayda Îbrahîm di merasîmê de axivî û got:

Di jiyanê de şehadet asta herî bi nirx e, ji ber vê jî em tevlîbûna malbata şehîd Êvê di nava Meclîsa Malbatê Şehîdan de pîroz dikin.

Dayika Şehîd Êva Leyla Hilbo jî da zanîn ku ew bi şehadeta keça xwe serbilinde û got:

“Keça min Êva tim ji min re digot ez dixwazim bigihêjim asta şehîdan.

Vaye îro Êva jî di vê pekrewangeha pîroz de li rex hevrêyên xwe yên şehîd tê veşartin.

Carek din ez şehadeta Şehîd Êva li hevrê û hogiran pîroz dikim.”

Di dawiyê de jî wesîqeya şehîd Êva Elî hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.

Cenazeyê şehîd Êva Elî bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” hat veşartin.

Back to top button