Li Başûr pêngava “Em dagirkeriyê têk bibin, Kurdistanê biparêzin” hat ragihandin

Di çarçoveya pêngava KCK’ê ya “Dema Azadiyê ye” de, Insiyatîfa Demokratîk a Gel a Başûrê Kurdistanê pêngava “Em dagirkeriyê têk bibin, Kurdistanê biparêzin” ragihand. Nûnerên partiyên siyasî yên Germiyanê jî bnaga yekhelwestiyê li hemû aliyan kir.

Bi pêşengiya Insiyatîfa Demokratîk a Gel a Başûrê Kurdistanê, pêngava “Em dagirkeriyê têk bibin, Kurdistanê biparêzin” hat ragihandin.

Duh li Sekoy Azadî ya li Silêmaniyê li dijî dagirkeriya Tirkiyê ev Pêngav bi amadebûn gelek çalakvan, rewşenbîr, nûnerên partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê hat ragihandin.

Endamê Komîteya Amadekar a Pêngavê Herêm Mehmûd bi daxuyaniyekê diyar kir ku Kurdistan bi metirsiya dagirkeriyê re rû bi rû ye, lewre divê Kurd bi hev re yekîtiya neteweyî ava bikin û dagirkeriyê têk bibin.

Di daxuyaniyê de bang li, rewşenbîr, hunermend, nivîskar, rojnamevanan û neteweyên din jî hat kirin ku li dijî dagirkeriyê rawestin.

Di dawiya daxuyaniyê de, bi 5 xalan armanca Pêngavê hate diyarkirin:

– Ev pêngav, pêngava têkbirina dagirkerî, azadiya Rêber Ocalan û parastina welat e.

– Heta têkbirina hemû hewldanên dagirkeriyê, wê ev Pêngav dewam bike û nexşerêyeke kar û çalakiyan were danîn.

– Parastina destkeftiyên gelê Kurd, mafekî rewa ye.

– Pêngav wê di aliyên aborî, siyasî, civakî, çandî, ragihandin û parastinê de, li dijî dagirkeriyê were meşandin.

– Ya ku serkeftina vê pêngavê mîsoger dike yekîtiya netewî ye. Ji bona wê beşek giring a vê têkoşîna me wê ji bo pêkanîna yekîtiya netewî were veqetandin.

Nûnerên partiyên siyasî yên li Germiyanê ji ji bo derxistina artêşa Tirk ji xaka Başûrê Kurdistan û tevahî parçeyan, banga yekhelwestiyê li hemû aliyan kir.

Endamê Meclîsa Tevgera Azadî ya herêma Germiyanê Cuma Kerîm got:

“Divê aliyên siyasî li dijî dagirkeriyê derkevin, di bin sîwana Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de kom bibin.”

Parlamentera berê ya parlamena Başûrê Kurdistanê Geşe Dara jî diyar kir ku banga KCK’ê berpirsiyariya li hember xak, nîştiman û neteweya gelê Kurd e û got:

“Pêwîstî bi hemahengiya hemû hêzên Kurd heye.

Divê aliyên siyasî yên Kurdistanê guh bidin tevahiya bangên nîştimanî.

Heke Kurd yek bin, wê bikarin li dijî dagirkeran rawestin.”

Back to top button