Rêveberiya Enerjî û Peywendiyan a navçeya Şedadê ji bo kehrebe bigihêje başûrê kantona Hesekê, turbîna sêyemîn a li stasyona Çibisa çalak kir.
Hevseroka rêveberiyê Duha El-Traf piştrast kir ku piştî turbîna sêyemîn hate sererastkirin û kete xizmetê, rewşa kehrebeyê baştir bû û rojane 12 saet kehrebe tê dayîn.
Duha destnîşan kir ku wan ji bo pergalkirina kehrebeyê, bername danîne û kehrebe di navbera gundewar û navçeyên din ên wekî Erîşa, Deşîşa û Mergedayê tê belavkirin.
Hevseroka Rêveberiya Enerjî û Peywendiyan diyar kir ku di demên pêş de ew ê rojane zêdeyî 18 saetan kehrebeyê bidin.