Li Fransayê bahoz: 3 kes kes mirin

Hat ragihandin ku ji ber bahoza ku li başûr-rojhilatê Fransayê bandor kir, herî kêm 3 kes mirin û 4 kes jî winda bûn. Li herêmê ji bo 8 cihan hişyarî hat dayîn.

Li Fransayê ji ber Bahoza Monîka ku heremên başûr-rojhilatê welêt bandor bûye 3 kes mirin û 4 kes jî hîna winda ne.

Hat ragihandin 3 kes dema li heremê Gard pirrê derbas dikirin jiyana xwe ji dest dane.

Di nava kesên winda de 3 kes heman malbatê ne û kesek jî welatiyê Belçîka ye.

Xortekî ku nêzî gundê cihê bûyerê bû çend rojin agahî jê nayê girtin.

Serokwezîrê Fransayê Gabriel Attal derbarê mijarê de li ser platforma medya civakî daxuyaniyek da.

Atal di daxuyaniyê de ev agahî parve kir:

“Di rewşa heyî de 7 kes winda ne, 2 ji wan zarok in.

Yekîneyên rewşa awarte destwerdanê dikin.

Ji nêz ve bûyerê dişopînim.”

Back to top button