TEV-DEM: Serhildana 12’ê Adarê Şovenîzm û Nîjadperestiya Baasê eşkere kir

TEV-DEM’ê bi boneya salvegera Serhildana 12’ê Adarê ya li Qamişloyê daxuyaniyek da û diyar kir “Serhildana 12’ê Adarê, ruhê şovenîst û nîjadperestiya zîhniyeta Baasê ya li dijî Kurdan û pêkhateyên din ên Sûriyeyê eşkere kir.”

TEV-DEM’ê bi boneya salvegera Serhildana 12’ê Adarê ya li Qamişloyê daxuyaniyek da.

TEV-DEM’ê di destpêka daxuyaniya xwe de şehîdên Serhildana 12’ê Adarê ya 2004’an bibîranî û wiha got:

“Serhildana gelê me yê Kurd di 12ˊê Adara 2004ˊan de bi pêşengiya pêkanîna bûyereke dîrokî û hevgirtineke neteweyî bû, dest pê kir.

Ew serhildan li hember siyasetên rejîma Baasê ya şovenîst serkeftinek bû.

Bûyera li Qamişloyê, lîstokeke siyasî ya xeternak, komployeke plankirî bû.

Armanca wan gelê me yê Kurd bikişîne nava şerên xwînrijandin û lîstokên siyasî û mezhebî.”

TEV-DEM’ê dazanînk ku ev komkujî encamê lihevkirina Edeneyê bû û wiha domand:

“Serhildana 12ˊê Adarê, ruhê şovenîst û nîjadperestiya zîhniyeta Baasê ya li dijî Kurdan û pêkhateyên din li Sûriyeyê, asta bandorbûn û radestbûna vîna vê rejîma şovenîst li hember faşîzma Tirk di bin Lihevkirina Edeneyê de aşkera kir.

Heta îro vê rejîmê vîna xwe ji dest daye û nikare pirsgirêkên xwe çareser bikin.
Ji wê zêdetir ev rejîma Baasê bûye xefk û kemîn ji bo lawazkirina kesên piştgiriyê didin wê.”

TEV-DEM: Emê têkoşîn û berxwedanê mezin bikin

TEV-DEM’ê di dawî de soza bilindkirina têkoşînê û şopandina rêka şehîdan û got;

“Em soza şopandina şehîdan didin û emê têkoşîn û berxwedaniya xwe mezin bikin.

wek pêkhateyên Sûriyeyê li dijî dagirkeriya Tirk ji herêmên me re emê li hember bisekinin.

Divê rejîma Sûriyeyê jî bi awayekî realîst ber bi rewşê ve tev bigere da ku tiştên ji Sûriyeyê mayî ji karesatên siyasî û neteweyî yên muhtemel biparêze. “

Back to top button