Qadên berxwedanê yên gerîla 40 cararî hatin bombebarankirin

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê di 4’ê Nîsanê de li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek lidarxistibûn û di çalakiyê de alavên wan desteser kiribû.
HPG’ê îro dîmenê wan alavan weşand û got: “Rastiya ku medya şerê taybet û artêşa dagirker ji raya giştî vedişêrin, em bi wêne û dîmenan parve dikin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê hêzên gerîla li Herêma Rojavayê Zapê 4 û 8’ê Nîsanê sîstemeke radarê, 2 sîstemên kamerayê ya mobesse û projektorek dagirkeran bi sûîqestê îmhakirin.

Têkîldarî êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker jî ev agahî hatin parvekirin:

“5 û 6’ê Nîsanê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl tunelên me yên şer 3’ê caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Di navbera 4’ê Nîsanê û 8’ê Nîsanê de jî herêma Metîna, Xakurkê û Zapê 37 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.”

HPG: Gerîlayan di 4’ê Nîsanê de li dagirkeran dan û alavên wan desteser kirin

Li aliyê din HPG’ê dîmenê kelûpelên leşkerên Tirk a dagirker ku di çalakiyeke 4 Nîsanê de hatibûn desteser kirin werşand.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de hate gotin,

“Artêşa Tirk a dagirker 4’ê Nîsanê yekîneyeke xwe ya taybet a ku hemû serpel bû şand ser tunelên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî.

Hêzên me ev dagirker xistin bin kontrola xwe û bi sabotajê û çekên ferdî li wan dan.”

HPG: Guh nedin medya şerê taybet a dagirkeran

HPG’ê diyar kir ku hêzên gerîla di çalakiyê de çekeke ferdî ya bi tîpa SAR-56 û alavên wê rakirin û got:

“Artêşa Tirk a dagirker mîna her carê windahiyên xwe yên li vê derê jî veşart.

Em rastiya ku medya şerê taybet û artêşa dagirker veşartiye bi wêne û dîmenan bi raya giştî re parve dikin.”

Back to top button