Ji rojnamevan Silêman Ehmed 183 rojin agahî nayê girtin

Ji Rojnamevan Silêman Ehmed ku 183 rojin ji hêla Asayîşa PDK’ê ve hatiye revandin.
Heta niha tu agahî li ser jiyana Silêman Ehmed tune ye.
Her ku diçe guman û fikarên li ser wî zêde dibin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê daxuyaniyek da û îdia kir ku Silêman Ehmed rojnameger nîne.

Bi vê daxuyaniyê li xwe mikûr hat ku Silêman Ehmed ji hêla wan ve hatiye binçavkirin.

Tevî bangawaziyên rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran û rêxistinên civaka sivîl jî rêveberiya PDK’ê heta niha têkildarî Ehmed tu daxuyanî nedane.

Rayedarên Rojnewsê ku dixwazin têkildarî edîtorê wan Ehmed tavilê agahî bi raya giştî re bên parvekirin, serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) dabûn.

Rojnews diyar kir ku PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa wan Silêman Ehmed berpirse.

182 roj in Silêman Ehmed destê Asayîşa PDK’ê de ye

Back to top button