”Divê dosya Hevrîn Xelef were vekirin, sucdar were cezakirin”

Ji bo ku di doza sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Hevrîn Xelef de lêpirsînek were vekin, Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Sûriyê dest bi kampanya berhevkirina îmzeyan kir.
Navendê eşkere kir ku, ew dixwazin bi rêya vê kampanyayê, zextê li navendên biryaran bikin, da ku dosya Hevrîn bidin qebûlkirin, sûcdar jî werin cezakirin.

12`yê Cotmeha 2019`an sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef ji aliyê çeteyên Tirk ve hat şehîd xistin.

Tevî ku di raya giştî de, ev bûyer hat eşkere kirin, lê heta niha sucdar nehatine cezakirin.

Ji bo ku di doza Hevrîn Xelef de lêpirsînek were vekin, Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Sûriyê kampaniya îmezeyan bi dirûşma ‘Ji Hevrîn Xelef edalet’ dest pê kirin.

Navendê bi daxuyaniyekê ku li avahiya navenda xwe ya li taxa Erbawiyê ya bajarê Qamişlo ev kampanî ji 6`ê Hezîranê heta 6`ê Tebaxê bidome, ragihandin.

Navendê balkişand ser xebata wan a belgekirina şehîdxistina Hevrîn Xelef û diyar kir ku wê bi belge ji aliyên hiqûqî yên herêmî û navdewletî re pêşkêş bike.

Her wiha navendê eşkere kir ku, ew dixwazin bi rêya vê kampaniyê, zextê li navendên biryaran bikin, da ku dosya Hevrîn Xelef bidin qebûlkirin û ji dadgehên navdewletî re pêşkêş bikin, sûcdar jî werin cezakirin.

Navendê di daxuyaniya xwe de bang li tevahiya rêxistinên civaka sivîl, kesayetên siyasî, hiqûqî û hunerî kir ku tevli kampaniyayê bibin û îmze bikin. Ji ber ku pêkanîna edaletê ji Hevrîn Xelef re destkeftiyek hiqûqî ji mirovahiyê hemû re ye.

Back to top button