Li girtîgeha Pîranşarê ya Rojhilatê Kurdistanê girtiyê Kurd bi êşkence hat kuştin

Zextên rêjima Îranê ya li ser Kurdan ên li Rojhilatê Kurdistanê zêde dibe. Li girtîgeha Pîranşarê ji ber êşkenceya hêzên rejîma Îranê welatiyekî Kurd jiyana xwe ji dest da. Li bajarê Mahabadê jî hêzên rejîmê 10 welatiyên Kurd xist binçavan.

Li Rojhilatê zextên hêzên rêjîma Îranê yên li ser Kurdan her diçe zêde dibe.

Li gorî agahiya ku Kolbernewsê li ser hesabê xwe yê dîjîtal parvekir, welatiyê Kurd yê ji Pîranşarî yê bi navê Yasir Mengurî ku di girtîgeha Pîranşarê de girtî bû ji ber êşkenceya ji aliyê hêzên Îttîlaatê yê Îranê jiyana xwe ji dest daye.

Hat gotin ku sibeha Çarşema bihorî hêzên Îttîlaatê bi rêya telefonê ji malbata Yasir Mengurî re gotine ku ji bo wergirtina cenazeyê Yasir, tevî nasnameya wî biçin navenda wan.

Di agahiyên ku hate parvekirin de hat gotin ku destpêkê hêzên Îttîlaatê Yasir Mengurî vedixwînin goristana Pîranşarê û li wê derê gule lê tê reşandin.

Hat diyar kirin li wir Yasir birîndar dibe, wî bi rengekî birîndar binçav dikin û vediguhezînin girtîgeha bajêr.

Hat gotin ji ber êşkenceya ku li girtîgehê lê tê kirin jiyana xwe ji dest dide.

Li bajarê mahabadê zêdeyî 10 kes hatin binçavkirin

Herwiha aliyê din rejîma Îranê li dijî welatiyên Kurd pêleke berfireh a girtinê daye destpêkirin

Rêxistinên Mafê Mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê ragihandin ku duh hêzên îstîxbaratê ya Îranê (Îttîlaat) li bajarê Mehabad bêhtirê 10 welatiyên Kurd binçav kirine û agahî ji wan nayê girtin.

Li gorî heman çavkaniyê navê 8 kesên hatin binçavkirin wiha ne:

Akam Serkanî, Muhemed Siyaqol, Şoreş Kuranî, Mixtar Nebî, Rehman Danzî, Mehmûd Yalaçakî, Celal Gamîşanî û Ferhad Rehîm Mela.

Herwiha hat gotin ku bêyî destûra dadgehê û bêyî hêcet were nîşandan welatiyên Kurd hatine binçavkirin û wan birine cihekî nediyar.

Di dawiyê de hate bibîrxistin ku heya niha derbarê aqûbeta wan de ti agahî nehatine girtin.

Back to top button