YPJ’ê nasnameya şehîdekî eşkere kir

Fermandariya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê nasnameya şehîdek xwe eşkere kir.
YPJ’ê ji malbat û gelê kurd re sersaxî xwest û got: “Wê xwestek û xeyalên rêhevala Narvîn ji bo me erk û wesiyeta bingehîn be”
Fermandariya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê nasnameya şehîdek ku di encama qezaya seyarê de şehîd bû eşkere kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Şervana meYPJ’ê Narvîn Hogir di dîroka 22’ê Nîsanê de di encama qezaya seyareyê de li ser rêya Sirînê şehîd bû.

Hevrêya me Narvîn Hogir di sala 1995’an li bajarê Qamişlo di malbateke welatparêz de ji dayik bû.

Ji ber welatperweriya malbatê, ji temenê piçûk bi rastiya gelê xwe û doza azadiyê hesiya û tim jî bala wê li ser têkoşîna azadiyê bû.

Hevrê Narvîn di pêvajoya destpêkirina şoreşê, bi berpirsyarî û wêrekiyeke mezin tevlî nav refên YPJ’ê bû.

Herdayîm dikir ku di qadên herî dijwar û erkên herî zehmet li pêş be.

Di Hemleya Til Hemîs ya salên 2013 û 2015 aktîf cih girt û tecrûbeyên girîng yên şer bidest xist.

Pişte berê xwe da eniya Tirbespiyê, di hemleya rizgarkirina Tişrîn, Minbic û Reqayê de jî beşdar bû.

Di pêvajoya ku dagirkeriya faşîst ya Tirkiyê êrîşê Girê Spî kir bû xwedî têkoşîneke girîng.

Rêhevala me Narvîn Hogir bi destanên qehremanî yên şervanên azadiyê mezin bibû.

Wê jî dabû ser şopên sê kurapên xwe ku di salên 1990’an de li çiyayên azad ên welat şer kiribûn û şehîd bibûn.

Ji bo rêhevala Narvîn dawîkirina dagirkeriya li ser welat û avakirina pergala demokratîk û azad ya li ser bingeha pergala Rêber Apo, armanca sereke bû.

Lewre jî xwe hem di warê leşkerî, hem jî birdozî perwerde dikir.”

YPJ’ê soza pêkanîna xeyalên şehîdan da û got:

Em sersaxiyê ji malbata hêja ya hevrê ya xwe û gelê kurd re dixwazin.

Wê xwestek û xeyalên rêhevala Narvîn ji bo me erk û wesiyeta bingehîn be.”

Agahiyên derbarê nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Narvîn Hogir
Nav û Paşnav: Dîlan Derwêş
Navê Dayik: Nesrîn
Navê Bav: Mihemed Sîrac
Cih û Dîroka Şehadetê: Sirîn- 22-04-2024

Back to top button