“Êrîşa li dijî Medya Haber û Stêrk TV’ê operasyoneke siyasî ye”

Doh di saet 1:30 şevê de Polîsên Belçîkayê bi ser Televzyona Stêrk TV û Medya Haber girtin.
Alîkarê Serokê Giştî yê Parêzerên Sînornenas Parêzer Etîenne Lesageyî derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku operasyonek siyasî ye û got:”Ev êrîş zirar daye demokrasî û hiqûqê.
Ev êrîş li ser daxwaza dewleta Fransayê pêk hatine.
Dewleta Fransayê li şûna ku parastina mafên mirovan bike, têkiliyên dîplomatîk tercîh dike.”

Doh di saet 1:30 şevê de polîsên Belçîkayê bi ser televzyona Stêrk TV û Medya Haber girtin.

Di qada navneteweyî de li dijî vê yekê nerazîbûn hatin nîşandan.

Alîkarê Serokê Giştî yê Parêzerên Sînornenas û Parêzerê Baroya Parîsê Etîenne Lesage têkildarî mijarê axivî.

Etîenne Lesage anî ziman ku êrîşa polîsan a li dijî Medya Haber û Stêrk TV’ê di çarçoveya siyasî de pêk hatiye û got:

”Ne cara ewil e li dijî bînayên medyaya Kurdî yên li Belçîkayê êrîş pêk tên.

Heman êrîş di sala 2010’an de jî pêk hatibû bêyî lêpirsînekê û hemû ekîpmanên stûdyoyê hatibûn desteserkirin.

Ev êrîş, êrîşeke siyasî ye.

Ev êrîş li ser daxwaza dewleta Fransayê pêk hatine.”

Parêzer Parîsê Etîenne: Helwesta polîsan ne hiqûqî ye

Lesage anî ziman ku hewce ye medyaya Kurdî ji bo îtîraza van yekan gavên pêwîst biavêjin u wiha domand:

“Helwesta polîsan a di kêliyên lêgerînê de ne hiqûqî ye.

Lê belê beriya destpêkirina prosedûran protestokirina van kiryarên polîsên Belçîkayê gelekî girîng e.

Ji bo betalkirina vê lêpirsînê divê serî li sazîyên Belçîkayê were dayîn.”

Parêzer Parîsê Etîenne: Vê êrîşê zirar daye demokrasî û hiqûqê

Parêzer Parîsê Etîenne destnîşan kir ku deriyê saziya medyayê ji her kesê ku dixwaze xwe bi awayekî azad îfade bike re vekirî ye û got:

“Ev êrîş zirar daye demokrasî û hiqûqê.

Helwesta dewleta Fransayê û welatên din ên Ewropayê ya li dijî gelê Kurd bi fikar in.

Dewleta Fransayê li şûna ku weke welatên din parastina mafên mirovan bike, bi temamî têkiliyên dîplomatîk tercîh dike.

Her wiha diyar e ku van tercîhên xwe di çaorveya NATO’yê de dike ku xwedî tifaqên berfireh ên leşkerî ne.”

Back to top button